Politburoya YNK: Ev cejn wê bibe çavkaniya aştî, aramî û serfiraziyê

Kurdistan 10:39 PM - 2023-03-19
Politburoyaya YNK bi boneya Cejna Newrozê pîroz  kir PUKMEDIA

Politburoyaya YNK bi boneya Cejna Newrozê pîroz kir

YNK Newroz

Politburoyaya YNK bi boneya Cejna Newrozê ya Neteweyî û Sersala Kurdî (2723) li gelê Kurdistanê û gelên herêmê pîroz dike.

 Naveroka pîroznameya politburoya YNK ev e:

Bi boneya cejna Newrozê ya neteweyî û serê sala nû ya kurdî (2723) em bi germî pîrozbhiyê li gelê Kurdistanê û gelên deverê dikin û em hêvîdar in, ku Newroza vê salê bibe cihê aştî, xweşî û xurtkirina yekrêzî ya rêzên gelê me.

Newroz ku nûbûna xwezayê ye, Cejna Azadiyê ye û raperîna Kurdan a li dijî stem û zordariyê û bi salvegera taca serhildana gelê Kurd a sala 1991'ê ya li Kerkûkê re hevrû ye.
Bi vê boneyê em careke din soza xwe dubare dikin ku YNK ji bo armanc û mafên gelê me yên nehatine bi cih anîn , wê her dem di çarçoveya prensîpên destûra bingehîn a Eraqa federal de têkoşîna xwe bidomîne.

Bi vê munasebetê em silavên malbatên şehîdan û parêzerên destkeft û azadiyên gelê me ji bo giyana pak a şehîdên rêya rizgarkirina Kurd û Kurdistanê dişînin

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket