YNKê îmze ji bo budce û qerebûna Helebçeyê kom dike
Kurdistan 05:32 PM - 2023-03-19
PUKMEDIA
YNKê daxwaza qerebûnê ji Helebçeyê re dike
YNKê ji bo bicihkirina budceya taybet û qerebûkirina parêzgeha Helebçeyê, dest bi kampîna komkirina îmzeyan kir.
Di vê bareyê de endama Encûmena Nûneran ya Êraqê yê li ser koma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Çiro Heme Şerîf ji malpera fermî ya PUKMEDIA`Yê re ragihand; ́"li hola encûmena nûnerên Êraqê, min hewl daye ku îmzayên parlementeran kom bikim da ku di çarçoveya bûdceya giştî ya Êraqê ya bo sala 2023 de, budceyeke taybet ji bo parêzgeha Helebçeyê bidin bidestxistin."
Çiro Heme Şerîf wiha got:"Pêwîste ji bo her projeyekê 25 parlamenter îmze bikin, lê niha ji bo projeyê têra xwe îmze hatine komkirin û em hewl didin ku hejmara îmzeyan zêde bikin da ku parleman bi vî awayî xizmeta Helebçeyê bike."
Ev yasaya budceyê niha li encûmena nûneran ya Êraqê ye û çaverêyî gengeşeya navbera komên encûmena nûneran e û li angora yasaya budceyê ya ku malpera fermîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê PUKMEDIA bi dest ve anîye û tê texmînkirin 134.552.919.063 Dînar e
Endama koma YNKê di encûmena nûnerên Êraqê de wiha dazanîn: Hikûmeta Êraqê ya federalê dikare wek parêzgeheke nû li Helebçe binere û budceyekê jê re terxan bike da ku ziyanên ku gihîştiye wan qerebû bike.
Ku encûmena wezîran ya Êraqê di 13 ê adara sala 2023 de, proseyên federalî yên ji bo parêzgehkirina Helebçe bi dawî anî û bû parêzgeha 19 a Êraqê û niha biryar li encûmena nûneran e û tê çaverêkirin ku encûmena nûneran di demeke nêzîk de biryarê li ser parêzgeha Helebçe bide
Di heman demê de Serokê YNK`ê Bafil Celal Talabanî di hemû civîn û civînên siyasî yên li Bexdadê de, tekez li ser bidawîkirina proseyên yasayî bo parêzgeha Helebçeyê kiriye heya di nava projeya YNKê de jî û di dema av kirina hikûmeta nû ya Êraqê de tekez li ser bidawîanîna proseyên yasayî yên ji bo parêzgeha Helebce kir ji ber vê çendê jî kirina Parêzgeha Helebçe destkevteke din ya YNKê ye bo gelê Kurd bi giştî û xelkê Helebçe bi taybetî.
PUKMEDIA


hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

