Kosret Resûl serdana Hêro Îbrahîm Ehmed dike

YNK 01:27 PM - 2023-03-19
Kosret Resûl û Hêro Xan  Ehmed Necim

Kosret Resûl û Hêro Xan

YNK

Îro piştî nîvro19-3-2023 Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî li bajarê Silêmaniyê serdana endama Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî Hêro Îbrahîm Ehmed kir.

Kosret Resûl Elî di vê serdana xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember rewşa tendirustiya Hêro Îbrahîm Ehmed nîşan da û hêviya saxlemiyê jê re xwest û her wiha bi boneya salvegera serhildanê û cejna Newrozê weke du boneyên girîng ên netewî pîrozbahî lê kir.

Kosret Resûl di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa rola Hîro Xan weke jineke pêşmerge, têkoşer û qehreman kir ku roleke berçav di tekoşîna çiya û bajaran de hebûye û hertim piştgirê rêheval Mam Celal bûye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket