Serokkomarê: Helebçe pêwîstî bi nûavakirinê heye ku di asta qurbaniyên wê de be
Îraq 12:09 PM - 2023-03-16
PUKMEDIA
Serokkomarê Êraq
Serokkomar Dr.Ebdulletîf Reşîd, sibeha roja
pêncşemê 16.03.2023ê gihîşte parêzgeha Helebçeyê û destegul li ser bîrdariya
şehîdên Helebçe danî.
Serok Komarê di gotarekê de li merasima
bîranîna 35 saliya tawanên Helebçe got: karesata mezin ku li parêzgeha Helebçe
rûda, bandor li wijdanê hemû cîhanê kir û Helebçe bû sembola têkoşîn,
qurbanîdan û fedayê li ser asta cîhanê. .
Serokê Komarê her wiha got: Divê em hemû hewlên
xwe bikin yek ji bo rêgirtin li dûbarebûna her karesateke din, wek ku li
parêzgeha Helebçe qewimî, ji ber ku ev bajar rastî herî hovanetirîn tawanên
mirovatiyê hatiye.
Û Serokê Komarê diyar kir: Helebçe bûye sernavê
têkoşîn û qurbanîdan û karesatên ku gelê me tûşî wan bûye û ez gelek kêfxweşim
ku encumena wezîran biryar da ku Helebçe wek parêzgeha 19 li Êraqê bê
diyarkirin. û hêvîdarim di zûtirîn dem de deng li ser vê biryarê li civata
nûneran bide û bûdceya pêwîst ji bo avadankirina parêzgeha Helebceyê wek
parêzgehên din bê terxankirin.
Serok Komarê amaje bi wê yekê jî kir ku
karesata Helebçe gelek mezine û pêwîstiya parêzgehê bi nûavakirin û
xizmetkirina zêdetir bo xelkê parêzgeha Helebçeyê berxwedan heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

