Qubad Talebanî bi Serokwezîrê Êraqê re civiya
Kurdistan 08:13 PM - 2023-03-15
Ofîsa Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi Serokwezîrê Êraqê re civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şîe Sûdanî kir û di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê gotûbêj kirin.
Di civînê de ku di 15ê Adara 2023an de li Silêmaniyê hat lidarxistin, tekezî li ser giringiya pabendbûna bi çareseriya destûrî ya pirsgirêkan hat kirin.
Derbarê pesendkirina proje yasaya bûdceyê li civata wezîrên Êraqê de, her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku piştî pesend kirina wê di parlementoyê de, her du hikûmeta federal û ya Herêmê bi cîhbicîh kirina wê proje yasayê pabend bin û ti behane û astengî çênebin.
Qubad Talebanî, got jî; Xalên girêdayî Herêma Kurdistanê yên di proje yasaya bûdceyê de hemû dikarin bên cîbicîkirin, tekez kir ku ti rêyeke din nîne ji bilî rêkeftina di berjewendiya giştî de.
Di dawiyê de, Qubad Talebanî spasiya Serokwezîrê Êraqê ji bo serdana Silêmaniyê kir û piştgiriya xwe ji bo serkeftina kabîneya xwe dûpat kir û hêvî xwest ku bi hev re bikarin li ser pirsgirêkan re derbas bibin û xizmeta baştir ji welatiyan re bikin.
Di civînê de wezîrên plandanîn, navxwe, koç û koçberên Êraqê, wezîrê pilandananê yê Herêma Kurdistanê, parêzgarên Silêmanî û Helebce û çavdêrên yekeyên îdarî yên Germian û Raperîn amade bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

