Serok Bafil: Mafên destûrî gelê kurd parastîne
Kurdistan 03:16 PM - 2023-03-15
PUKMEDIA
Serok Bafil tekez li ser mafên gelê kurd dike
Serok Bafil Celal Talebanî wiha ragiahnd: Mafên destûrî yên gelê kurd di Êraqê de parastîne.
Îro roja çarşemê 15-3-2022`an, li Debaşanê ya Silêmaniyê, Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK)ê Bafl Celal Talebanî pêşwazî li Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şiyah Sudanî û şanda pê re kir.
Di wî dîdara Serok Bafil Celal Talebanî û serokwezîrên Êraqê Mihemed Şiyah Sudanî de ku rêvebir û hejmarek endamên desteya kargêrî û polîtburoyan amade bûn, behsa guherînên siyasî, aborî û ewledarîyên deverê û Iraqê hat kirin û tekezî li ser piştevanîkirina projeyê niştimaniyê Êraqê kir, ku xwe di pêşkêşkirina xizmetguzariyan, pêkanîna yasa û aramiyê de dibîne.
Di dirêjahiya wê civînê de, Serok Bafl Celal Talebanî spasiya Serokwezîrê Êraqa federal kir ku prosesên xwe yên federalî bo bi parêzgehkirina bajarê Helebceyê bi dawî aniye û daxwaz kir: "Ev pêngav dê ji bo xizmetkirina Helebçeyê bibe karê yekem û hikûmeta Êraqê jî, wê mafên me yên yasayî û destûrî li barê Helebçe bi cih bike.
Di heman mijarê de, serok Bafil wiha dazanîn: "Pêwîste ku em pêngavan ji bo jinûve avakirina parêzgehê û xizmeta qurbaniyan bikin".
Her wiha di barê mijara pesendkirina hikumeta Êraqê ji budceyê re jî serok wiha got: "Gaveke girîng e û divê aramî û jiyana aboriyê ya welatiyan bê parastin."
Serok Baf serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo bernameya hikumetê dubare kir ku bi awayekî xizmetî berferehtir ji xelkê re bike û wiha ragihand: "Ew tekezî li ser çareseriya siyasî ya aloziyên di navbera Herêm û Bexdadê de dikin bi awayek ku mafên destûrî yên gelê Kurd biparêzin. Her wiha ev jî got: "Divê berjewendiyên me yên neteweyî di ber çavan re werin derbaskirin û em giştik ber bi jinûve avakirin û aramiyê ve gavan bavêjin."
Di dirêjahiya axivtinên xwe de, serok Bafl Celal Talebanî tekez li ser ewê yekê kir û got: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê yek alî û yek biryar e û li beramber pirsên me jî heman siyaset û stiratejiyeta serok Mam Celal dişopîne. Em dixwazin bi hevalên xwe re xizmeta gel û welat bikin û baweriyê bi hevkarî û giyanê rasteqîne dikin.
Di wê hevdîtinê de, ji aliyê xwe ve jî, serokwezîrê Êraqê Mihemed Şiyah Sudanî ji ber rol û helwesta erênî ya siyasî ya li Êraqê û serkevtina bernameyên hikumetê, spasiya serok Bafl Celal Talebanî û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kir û got; " Ew mîrasa dewlemend a ku serok Mam Celal bi cê hîştiye, berpirsyariyeke mezin û girîng e ji bo her kes pabend bin û wiha pêde çû û got :" Aramiya siyasî ya Êraqê bi aramiya siyasî ya herêmê ve girêdayî ye û erkê hikumetê ye ku xizmeta her kesî bike û di pêvajoya çaksaziyê de dirêjpêder be."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

