Encumena wezîran a Êraqê bi parêzgehkirina Helebçeyê re got erê
Kurdistan 05:37 PM - 2023-03-13
PUKMEDIA
Êraqê jî ji bo parêzgehkirina Helebçe got erê
Hikumeta navendî ya Êraqê jî rastiya bi parêzgehkirina bajarê Helebçeyê pejirand.
Encûmena wezîran a hikumeta federal ya Êraqê bi fermî di rûniştina xwe ya ne asayî ya îro 13/3/2023 de, proseyênrêvebirinê yên ji bo ku bajarê Helebçe bibe bi parêzgeheka nû li Êraqê bi dawî anî.
Di barê dosyayê bi parêzgehkirina Helebçeyê de, dr. Amanc Rehîm sekreterê encûmena wezîrên hikumeta herêma Kurdistanê ragihand: Hikûmeta federal di rûniştina xwe ya ne asayî de , karên xwe ên derbarê karûbarên federalî yên ji bo ku bi parêzgehekirina bajarê Helebçeyê wek parêzgeha nû ya 19 li Êraqê hemû fermiyetên wê bi dawî bû ku êdî Helebçe dibe bi parêzgeha 19`mîn a Êraqê.
Parêzgarê Helebçe: Biryar wê bandorê li hemû kertên bajêr bike
Parêzgarê Helebçe Azad Tewfîq di dirêjiya kongireyeke rojnamevanî de ragihand: Em pîrozbayîyên xwe yên germ pêşkêşî xelkên bajêr û xêzanên şehîdan û hemû alîyên evê pêngavê dikin, dê ev biryar bandoreke mezin li dahatan, budceyê û dabeşkirina kursiyên postan di encûmenên parêzgehan û encûmena nûnerên Êraqê de jî bike.
Weha jî dazanîn: Helebçe di aliyê madî, aborî, darayî û exlaqî de, xwedan helwestek mezine û bajar dê tevkariyê li bûyer û çalakiyên parêzgehan bike.
Endamê koma Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li Encûmena Nûneran a Êraqê Çiro Hema Şerîf di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya YNKê (PUKMEDIA) re ragihand: "Me wek nûnerê Helebce di 18/1/2023an de daxwaznameyek pêşkêşî birêz Mihemed Şiyah Sudanî Serokê Hikumeta Federal kir ji bo temamkirina proseyên rêvebirî yên ku ji bo avakirina parêzgeha Helebce yê pêwîst in".
Hêjayî gotinê ye ku di 16 'ê Adara 1988'an de bajarê Helebçe ya şehîd ji aliyê rejîma berê yê be`esî ve, bi çekên kîmyewî hate bombebarankirin û di encamê de bi hezaran jin, kal û zarokên bêguneh şehîd bûn û dîmenên herî bi bi bandor di bîr û wijdanê mirovahiyê de hiştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

