Destxweşî li hêzên Îtalî yên Pêşmerge û Dije Terorê rahênan dikin
Kurdistan 12:16 PM - 2023-03-13
Ragihandina Dije Terorê
Serdana şanda Îtalî ji Dije Terorê re
Şandeke pilebilind a hêzên Îtaliyayê yên li Êraq û Herêma Kurdistanê serdana Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê û hejmarek ji serkirdeyên Dijî Terorê ve hatin pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê
de Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebçeyî hewlên dilpak yê kolonêl Vincenzo Martella fermandeyê hêzên
taybet ên Îtaliyayê li Êraqê ji bo piştevanîkirina perwerdekirina hêzên
Pêşmerge û rûbirûbûna terorê bilind nirxand.
Li beşekî
din ê vê hevdîtinê de pêşhatên ewlekarî û leşkerî hatin gotûbêjkirin û her du
aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste jîngeheke guncawtir ji bo
baştirkirina peywendiyan û hevahengiya di navbera hêzên dije terorê û hêzên
Îtalî di warê rahênanên leşkerî de çêbibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

