Ji bo hilbijartinan 7 partiyên kurdî lihev kirin
Kurdistan 05:40 PM - 2023-03-11
PUKMEDIA
7 partiyan lihev kirin
Li ser hilbijartinên Parlemana Kurdistanê bi sîstema çar herêmên hilbijartinê pêk were, 7 Partiyên Kurdistanî li hev kirin, û tomara biyometrîk a Komîsyona Hilbijartinê ya li Êraqê bikin bingeha karên xwe û Komîsyona Hilbijartinê ya herêmê çalak bikin.
Her weha ev yek di hevdîtina ku îro roja şemiyê li bajarê Silêmaniyê di navenda Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de ku ji aliyê herdu dezgehên Hilbijartinê ya herdu partiyên serek li Herêmê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ve li gel nûnerên 5 partiyên Kurd hatiye lidarxistin, ku di encamê de,ev jî navên wan e: Tevgera Goranê, Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, Komelaya Dadê ya Kurdistanê, Partiya Komonîsta Kurdistanê, Partiya Karkeran û Zehmetkêşên Kurdistanê.
Di civînê de belavoke hat derxistin û ev naveroka wê ye:
Îro roja şemiyê 11/3/00 li bajarê Silêmaniyê di avahiya polîtburoya YNK`ê de, nûnerên 7 partiyên siyasî yên Kurd ên li Parlemana Kurdistanê, bi armanca amadekirin û lihevtêgihiştina li ser guhertina yasaya hilbijartinên parlemana Kurdistanê, lihev civiyan.
Di berdewamiya wê civînê de, giftûgoyên zelal li ser mijarên derbarê serrastkirina û hemwarkirina yasaya hilbijartinên parlemana Kurdistanê û çalakkirina komîsyona bilind ya hilbijartinan hate kirin û biryarên pêwîst li ser babet û mijarên din hat dayîn û ev ê li xwerê bişopînin:
1- Şopandina sîstema çar herêmên hilbijartinê li gorî parêzgehên Herêma Kurdistanê.
2- Pesendkirina tomara biyometrîk a komisiyona bilinda serbixwe ya hilbijartinan li Êraqê bi hemû pêdewîstiyên wê ve
3- Li gorî daneyên Wezareta Plandanînê ya Hikumeta Federal ya Êraqê, rêjeya kursiyên parêzgehan, wê rêjeya kursiyan bête diyar kirin.
4- Çalakirina Komseriya Bilind a Hilbijartin û Referandûmê li Herêma Kurdistanê.
5- Serokatiya parleman û komên wê, wê civînan bi nûnerên pêkhateyan re li hundir û derveyî parlemanê pêkbînin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

