Serokê YNKê banghêşta Mexrebê hat kirin
Kurdistan 03:58 PM - 2023-03-11
Wêne; Derbaz Star
Serokê YNKê banghêşta Mexrebê hat kirin
Partiya Sosyalîst a demokrata Milî ya Mexrebê bi awayekî fermî banghêşta serokê Yekîtiya Nîştiamnî ya Kurdistanê (YNK)ê û şandeke bilind ji bo serdana Mexrebê kir taku bêhtir peywendiyên du qolî di navbera herdu aliyan de bêne bihêzkirin.
Her weha serokê Partiya Sosyalîst a demokrata Netewî ya Mexrebê Îdrîs Leşkerî pêşwazî li endamê politbuorya Yekîtiya Nîştiamnî ya Kurdistanê (YNK) heval Sedî Pîre kir û derbarê peywendiyên herdu aliyan gotûbêj kirin.
"Hemehengî û xebatên hevpar ên YNKê û Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Hêzên Neteweyî yên Mexrebê"
Îdrîs Leşkerî tekezî li ser xurtkirina peywendîyên navbera wan herdu aliyan kir û bi taybetî hevkarî û karên hevbeş ên di navbera her du alîyan di çarçêweya endambûna wan di rêkxistina navdewletî ya sosyal demokrat û eniya pêşverû û dîdara partîya sosyal demokrat a welatên Erebî de û her wek tekez li ser girîngiya peywendiyên dîrokî yên bi girêdana Şahahînşahiya Mexribê û Komara Êraqê ve ku di vê dawiyê de, bi vekirina balyozxaneya Şahahînşahiya Mexribê li Komara Êraqê ve gihîjte pileya xwe û di heman demê de behsa hewlên Yekîtîyê kir Axa Kurdistanê bo aramî û yekrêzî û avedankirina herêma Kurdistanê û Êraqê û deverê.
Serokê YNKê bi fermî hate vexwendin
Ji bo zêdetir pêşvebirina pêwendiyan û kûrkirina dostaniya di navbera YNK û Partiya Sosyalîst a Demokratîk ya Hêzên Nîştimanî ya Fasê de Idrîs serokê partiyê bi awayekî fermî serok û şandeke bilind ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bi rêya Heval Saadî Ehmed Pîre ve vexwendiye Şahnişîniya Erebî ya Mexrib.
Di mijareke din a civînê de, Heval Sedî Ehmed Pîre sipasiya pêşwaziya germ û vexwendina fermî ya serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Hêzên Nîştimanî ya Mexribê kir û piştrast kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dixwaze zêdetir ber bi pêşxistina vê peywendiya dîrokî û hevkarî û dostaniya navbera her du aliyan ve biçe û pişt re Heval Sedî Ehmed Pîre gotûbêjeke kurt li ser rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê derbarê Êraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî kir û piştrast kir ku niha Êraq careke din vegeriyaye pozîsyona xwe ya girîng a li Rojhilata Navîn û navenda cîhanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

