Serokkomar: Hikûmet ji bo aramiyê û baştirkirina rewş û rûbirûbûna gendeliyê kar dike
Îraq 05:14 PM - 2023-03-09
Ragihandina serokkomar
Serokkomar ligel şandekî Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê
Birêz Serokkomarê Êraq Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd îro pênşem 09.03.2023 li Koşka Bexdayê pêşwaziya şandekî Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê kir.
Di hevdîtinê de Serokkomar tekezî li ser yekkirina prensîbên aştiyê kir daku ber bi civakeke mirovî ya li ser bingehê pêkvejiyana baş û têgihiştinê ve biçe.
Serok Komarê amaje bi wê yekê kir ku qonaxa niha li welat şahidê aramiya ewlehiyê ye û tekez kir ku, hikûmet ji bo bihêzkirina vê aramiyê, başkirina rewşa giştî ya welat bi taybetî di aliyê aborî de, baştirkirina rewşa jiyanê û xizmetguzariya welatiyan û rûbirûbûna gendeliyê dixebite, amaje bi pejiirandina nêzîk ya bûdceya darayî û giringiya wê di geşepêdana aborî de, binesaziya bingehîn.
Endamên şandê çalakiyên Enstîtuyê ji bo pêkanîna aştiyê û piştgirîkirina kêmneteweyan bi awayekî ku têkiliyên civakê xurt dike û eleqeya ji bo sererastkirina binesaziya herêmên ku rastî terorê hatine kirin, nirxandin û spasî û pêzanîna xwe ji cenabê wî re anîn ziman. Serok ji ber hewlên wî yên di warê sazkirina ewlehiyê û lênêrîna hindikayiyan de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

