Nifûsa herêmê %14 û butçeya wê %12 ye
Kurdistan 03:02 PM - 2023-03-09
PUKMEDIA
Nifûsa herêmê %14 û butçeya wê %12 ye
Bêyî serjimêriya giştî, pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya Êraqê ji sedî 17 bo 12.6 ji sedî hatiye daxistin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî “bêdeng e û ne razî ye”, li gor amarên dawî yên li ber destê Wezareta Plandanan a Êraqê, hejmara rûniştvanên herêmê %14 e.
Herêm para xwe warnagire
Parlamenterekî YNKê ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye ku ji bûdceya sala 2023ê ya Êraqê pişka wê %12.6 be ku xeletiyeke stratejîk e."Li gorî texmînên Êraqê, hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê %14ê Êraqê ye û divê pişka wê ji bûdceyê were dayîn."
Endama Lijneya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Narmîn Merûf ji PUKMEDÎA'yê re ragihand: "Li gorî pêşbîniyên herî dawî yên Wezareta Plandanan a Êraqê, rêjeya niştecihên Herêma Kurdistanê ji sedî 14'ê nifûsa Êraqê ye." Divê bûdce ji bo Herêma Kurdistanê %14 e be.”
Para herêmê hatiye kêmkirin
Piştî rûxana rejîma Baas û damezrandina yekem hikûmeta Êraqa federal, li gor rêkeftina siyasî û îsrara hêzên Kurdî biryar hat dayîn ku %17 ji bûdceya giştî ya Êraqê be ,heta ku li Êraqê serjimêriyek guncaw pêk neyê û Herêma Kurdistanê jî di nav de, serjimêrî nehatiye kirin û pişka herêmê kêm bûye.
Her wiha got: “Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêjeya %12.6 ji bûdceya Êraqê ya sala 2023 razî bibe, xeletiyeke stratejîk e, ji ber ku li gorî texmînên Wezareta Plandanan a Êraqê, hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê ji wê zêdetir e û nabe hikûmeta Herêma Kurdistanê vê paşguh bike’’.
Dr.Narmîn got: “Mafê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku zêdetir ji %14 ji bûdceya Êraqê werbigire, ku bi dîtina min ji wê zêdetir û nabe bê paşguhkirin.”
Wezîrê Darayî: Me li ser bûdceyê li hev kiriye
Her wiha got: Me li ser bûdceya herêma Kurdistanê rêkeftinek pêk aniye û bi agehdarî û çavdêriya serokwezîrê Êraqê û serokwezîrê herêma Kurdistanê jî nivîsandina dawî ya madeyan ji aliyê her du aliyan ve hatiye encamdan.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî ji medyayê re ragihand:’’Di derbarê encamên herî dawî yên danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatine encamdan di çarçoveya biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo sifirkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re,nermbûna herî zêde nîşan daye û me li ser bûdceyê lihevkirine û bi agahdarî û çavdêriya serokwezîrê Êraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nivîsandina dawî ya xalan ji aliyê her du aliyan ve hatiye temamkirin. Em hêvîdar in ku proje yasaya bûdceya sala 2023 ya Êraqê di zûtirîn dem de ji bo pesendkirinê bigihe parlamentoyê.
Herêm êdî nikare para xwe bixwaze
Aborînasekî nebûna pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya Êraqê de bi rewşa nebaş a navxweyî ya herêmê ve girê dide û da zanîn ‘’Herêm peştir bihêz bûye’’ û got:’’ Para ku ji herêmê re hatiye veqetandin peymanek e, ne mafê wergirtina para tam ya bûdceyê ye’’.
Mamostayê zanîngehê û pisporê aborî Omîd Karadagî ji PUKMEDYA re wiha got:
Berê Kurd li Êraqê û heta di nava Herêma Kurdistanê de jî xwedî pêgeheke bihêztir bûn û ev yek jî wiha kir ji niha yekgirtîtir bin di mijarên netewî û wargirtina hemû mafên xwe de.
Got:“Rêjeya ku ji bo pişka Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin, hevsengiya siyasî ya di navbera hikûmeta Êraqê û Herêma Kurdistanê de nîşan dide, ne ku pişka kurdan ya tam di bûdceyê de,rewşa nebaş a Herêma Kurdistanê bûye sedem ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêjeya %12.6 ji bûdceya Êraqê razî bibe, lê di rastiyê de mafê kurdan heye ku weke Wezareta Plandanan a Êraqê daxwaza hemû pişka xwe bikin’’.
Piştî referandûmê para herêmê kêm bû
Piştî siyaseta serbixwe ya firotina petrolê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, bi taybetî piştî referanduma Herêma Kurdistanê di sala 2017an de, alozî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya Heyder Ebadî de zêde bû. Di sala 2018an de pişka kurdan ji bûdceya Êraqê hat daxistin ji sedî 12.6, lê nûnerên kurd daxwaz dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê rêje razî nebe û mafê wê heye ku 14% pişka bûdceyê jê re were dayîn eger na razî bin bi vê , ewa xeletiyek stratejîk e.
Wezareta Plandanînê: Herêma Kurdistanê %14ê nifûsa Êraqê ye
Li gorî dawîn pêşbîniyên Wezareta Plandanan a Êaqê ku di destpêka sala 2023ê de ragihandibû, hejmara niştecihên Êraqê 42 milyon û 248 hezar û 883 kes in, ku ji wan 5 milyon û 884 hezar û 23 kes li Herêma Kurdistanê dijîn, ku digihe %14ê niştecihên gelî Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

