YNK di wê baweriyê de ye ku jin di navendên biryardanê de beşdar bibin

Kurdistan 09:59 PM - 2023-03-07
8ê Adarê PUKMEDIA

8ê Adarê

YNK Jin

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 8ê Adarê li jinan pîroz kir û got: "YNK hertim baweriya xwe bi derketina jinan û beşdarbûna wê ya çalak di hemû hevbeşên hizbî, rêveberî û navendên biryardanê de heye."
Teksta peyama Mekteba Siyasî;
Ji bo Cejna  8'ê Adarê Roja Têkoşîna Jinan a Cîhanê ya ji bo bidestxistina mafên xwe û zêdetir xurtkirina wekhevî û edaletê, em kesên bilindfir  ku ji bo bidestxistina mafên jinan têkoşiyane û bûne pêşengên têkoşîna li dijî dijminên azadî û mirovahiyê bi bîr tînin.
YNK weke berdewamiya siyaset û nêrîna Serok Mam Celal, hertim baweriya xwe neguhertî4 bi beşdariya jinan di hemû navendên partî , rêveberî û biryardanê de hebûye û li ser yasayên ku mafên û azadiya jinan garantî dikin kar kiriye.
Di vê Cejna  bi rûmet em silavên xwe ji jinên Kurdistanî re dişînin û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna wan a rewa dubare dikin.
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
8ê Adarê
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike