Berpirsekî Partî li Duhokê bijîjkekî îşkence dike
Kurdistan 02:01 PM - 2023-03-04
PUKMEDIA
Newzad Salih Pijîşkê îşkencekirî
Bijîşkek li Duhokê ji aliyê berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê ve bi tundî hatiye îşkencekirin.
D.Newzad Salih vidyoyek belav kir ku têda pantolekî dîrî li xwe kiribû û got fermandarekî ser bi Partî ve lêdabû ,dema xwest giliyê xwe bike polîs û dadgehê qebûl nekir.
D.Newzad Salih di vîdyoyê de wiha dibêje: Kurê fermandarê leşkerî yê PDK Badel Bendî û pasewanên wî çûne ser jimêryarê mowelîdeyê ku kereba malan dabîn dîke û pere jê xwestîbûn, Ji ber ku her meh ev yek diqewime ez çûm qereqola Domîzê ya li baregeha leşkerî ya Domîzê li wir polêsan gazî hakimê nobedar kir, hakim got "Ji wî re bibêjin ez mijûl im û wextê min tine ye, bila meseleyê di navbera xwe de çareser bikin."
Dema ez vegeriyam cihê kurê Badel lê bû, min ji wan pirsî ka çima vê yekê li me dikin? Kurê wî û 15 kesên din ez xistin odeyekê û li gorî kêfa xwe li min xistin û bi vîdeoyê min kişandin. Paşê Badel Bendî hat, kamîre vekirin û Badel Bendî ji kurê xwe hêrs bû, paşê min got: Xalê Badel ma te 20 defter dolar ji min nestand? Ez ê meha bê heqê te bidim, dema min wiha got dest bi lêdana min kir, ew qas li min xist, cil û bergên min çirandin û ji yên din re got bila vîdyo çêbikin.
Li bajarê Hewlêrê di rojên derbasbûyî de 7 ciwan ji aliyê asayîşa Partiya Demokrat ve hatin girtin û bi awayekî hovane hatin îşkencekirin û bavê yek ji wan ciwanan wiha got: Kurê min li Hewlêrê ji aliyê asayîşê ve bi awayekî metirsîdar hat îşkencekirin û ezyatî cihên hestyarên di canê wî de dane mîlê wî jî şikandine .
Duh jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî serdana Serokê Parlamentoya Kurdistanê kir û rewşa mafên mirov û berfirehkirina qada azadiyê li Herêma Kurdistanê giftûgo kirin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got ku divê Herêma Kurdistanê di warê mafên mirovan de paşve neçe, azadîyên giştî sînordar neke û bi tevahî rêz li prensîbên demokratîk bigire.
Berî naha jî endamê parlamentoya Herêma Kurdistanê Şadî Newzad ji PUKMEDIA re gotibû: Li beşekî Herêma Kurdistanê mafên mirovan ber bi paşveçûneke tirsnak ve çûye û heta sazî û konsulên navdewletî jî amaje bi vê kêmbûnê kirine û bi karekî nebaş bi nav kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

