Rêzgirtina maf û azadiyên mirovan bigirin
Kurdistan 08:22 PM - 2023-03-02
PUKMEDIA
Rêwaz Fayeq û Antonio Guterres
Serokê Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên dadperwerane li Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kirin.
Roja 2/3/2023 Serokê Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li salona Parlamentoya Herêma Kurdistanê civiyan û li ser pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Êraqê gotûbêj kirin.
Di civînê de tekezî li ser diyaloga ji bo çareseriyeke bingehîn û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kirin ku berjewendiyên gelanê Êraqê li ber çavan bigire.
Di mijareke din de, her du alî li ser girîngiya hilbijartinan, demokrasî û parastina prensîbên bilind gotûbêj kirin û hevdeng bûn ku hilbijartinên azad û dadperwerane yên Parlamentoya li Herêma Kurdistanê bên kirin û bi rêya têgihiştinê û navendên navdewletî li ser astengiyan derbas bibin û roleke mezin di çavdêrîkirina parlamentoyê de bilîzin.
Mijareke din a hevdîtina Serokê Parlamentoyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî rewşa mafên mirovan û berfirehkirina qadên azadiyê bû li Herema Kurdistanê di vê derbarê de ,Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî got:’’Nabe rewşa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê paşde bê xistin, azadiya giştî neyê sînordarkirin û rêz li prensîbên demokratîk bi tevahî were girtin.
Ji aliyê xwe ve, serokê parlamentoya Kurdistanê got:’’ Parlamentoya Kurdistanê dê rola xwe di vî warî de dilîze, herwiha tekezî li ser parastina mafên mirovan û berçavgirtina raport û têbîniyên navdewletî ji bo pêşveçûna azadiyê li Herema Kurdistanê kir ‘’.
Her wiha Rêwas Fayeq ji bo xem û têbîniyên di derbarê hilbijartinên navçeyê û mijarên mafên mirovan û azadiyan spasiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

