Divê pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de çareser bin
Kurdistan 08:01 PM - 2023-03-02
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Antonio Guterres
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hevdîtin kirin û li ser geşedanên dawî û guhertinên siyasî gotûbêj kirin.
Di civîna ku îro li Hewlêrê hat lidarxistin de Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jenine Plaschardt û Cîgirê Fermangeha Peyîwendiyên derve Daban Shadala amede bûn.
Di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Êraqê hat kirin û tekez li ser çareserkirina wan pirsgirêkên bi rêya diyalogê hat kirin.
Di hevdîtinê de birêz Guterres behsa rol û girîngiya Serok Mam Celal kir û got:’’ Ez wek dostekî kevn ê Serok Mam Celal û hevalê we daxwaza çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ji bo parastina berjewendiyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dikim’’.
Piştre rewşa Êraqê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin. Hat tekezkirin ku; Divê pirsgirêk li ser esasê têgihiştinê û li gorî berjewendiyên gelê Êraqê bên çareserkirin.
Qubad Talebanî pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê şîrove kir û nêrîna xwe derbarê çawaniya çareserkirina van pirsgirêkan anî ziman. Di dawiyê de jî spasiya serdana birêz Guterres kir û xebatên wî yên ji bo yekîtiya gelê Kurd û Êraqê bilind nirxand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

