Serok Bafil beşdarî civîneke girîng a Sekreterê Giştî yê NY dibe
Kurdistan 10:42 PM - 2023-03-01
Nûsîngeha ragihandina serokê YNKê
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li ser vexwendina Serokwezîrê Êraqê beşdarî civîneke girîng ya Partî , kesayetiyên siyasî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bû.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li ser vexwendina Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şîa Sûdanî li Bexdayê beşdarî civîna girîng ya partî , kesayetiyên siyasî û Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bû.
Di civînê de ku li Bexdayê hat lidarxistin, behsa pêşkeftina Êraq û Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li ser serkeftina hewlên niştimanî yên ji bo parastina mafên hemû gelên Êraqê û xizmetkirina zêdetir li welat hat kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî spasiya vexwandin û organîzekirina civînê kir û pêzanînên xwe ji bo rola erênî ya Antonio Guterres di hemahengî û hevkariya Neteweyên Yekgirtî li Êraq û Herêma Kurdistanê de nîşan da. Wî hêvî xwest ku xebatên wan ji bo geşepêdana welat berdewam bin.
Serok Bafil di axaftina xwe de dûpat kir ku hemahengî û peywendiyên di navbera hêz û partiyan de berdewam in ji bo xizmetkirina welatiyan û aramiya welat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

