Serok Bafil ji nivîskaran re: Min jî rexne bikin
Kurdistan 06:45 PM - 2023-02-28
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî bi çend nivîskaran û wêjevanan re civiya
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê bi çend nivîskaran re civiya.
Di civînê de ku Şalaw Kosret Resûl û Stran Ebdullah endamên mekteba siyasî amade bûn, rewşa çand, nivîskar, azadiya derbirînê û berfirehkirina qadên azadiya gotûbêjan hate gotûbêjkirin û çendîn pêşniyarên girîng hatin pêşkêşkirin.
Serok Bafil Celal Talebanî bal kişand ser rol û pêgeha nivîskaran û wêjevanan di qonaxên cuda yên dîroka Kurdistanê de û hewlên wan ên ji bo pêşxistin û hişyarkirina civakê û got:“Kurd xwedan mîraseke dewlemend a wêjeyî û çandî ye û di vî warî de dîrokeke me ya geş heye, nivîskarên Kurd û berhemên wan li seranserê cîhanê tên pêşwazîkirin û ev yek ji bo me cihê şanaziyê ye. Wî got: “Nivîskaran di qonaxa dijwar a têkoşînê de roleke girîng lîstine û heta niha jî bandoreke wan a berçav di civakê de heye, ji ber wê jî YNK hewlên we ji bîr nake û bi serbilindî alîkariya we dike.
Derbarê pirsa azadiya derbirînê û bisînorkirina hewlên nivîskarên Herêma Kurdistanê de jî got; “Dîroka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi gelek nivîskarên bi nav û deng e ku kedeke girîng di partiyê de dane û ji bo Kurdistanê bêwestan têkoşîn kirine.YNKê jî piştgiriyek mezin ji nivîskaran re bû. Em hertim alîgirê xurtkirina bingehên demokrasî û ramana azad bûn û hewlên Serok Mam Celal û Hêro Xan jî di vî warî de şahidiya vê yekê dikin,eger li cihekî din hewldaneke wiha ya sînordarkirina azadiyê hebe, em li gel wê nînin û ez hêvîdar im ku rûyê herêman li pêşberî civaka navdewletî xirab nebe.
Serok Bafil bang li nivîskaran kir ku xizmetê ji raya giştî û geşkirina çanda Kurdî re bikin û got:“Bi tundî rexnegirekî rewşê bin û ji Bafil Celal Talebanî dest pê bikin. Nivîsandin erkek e û we berpirsyariyeke mezin û dîrokî heye û li hember xwendevanên xwe bibin pênûsek rast û giran.
Di derbarê hemahengî û berfirehkirina peywendiyên di navbera nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê de jî Serok Bafil daxwaz ji wan kir ku peywendiyên xwe berfiretir û bihêztir bikin û bi hev re xizmeta çand û zimanê Kurdî yê şîrîn bikin.
Di derbarê têbînî û pêşniyarên nivîskaran ji bo pêşvebirina bizava edebî û rewşa nivîskarên Herêma Kurdistanê, çend biryarên giring hatin standin, her wiha got: “Hûn şanaziya me û hemû gelê Kurdistanê ne, ji ber wê jî emê di paşerojê de bersiva hewlên we bidin û em soz didin ku li ser piştgiriya we berdewam bin’’.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

