Serokkomar bi sekreterê giştîyê ICAO û şandeya herêmê re civiya
Îraq 09:31 AM - 2023-02-28
PUKMEDIA
Serokkomar pêşwazî li şandeya geştyariya Herêmê kir
Roja duşemê 27-2-2023`an, serokkomarê Êraqê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd li koşka serokkomariya Êraqê ya li Bexdadê, pêşwazî li şandeyeke Rêxistina Navnetewî ya Firîna Sivîl (ICAO) bi serokayetiya Sekretêrê Giştî yê Rêxistinê Birêz Juan Carlos Salazar û bi amadebûna Serokê Desthilata Firîna Sivîl ya Êraqê birêz Îmad Abdul Rezaq El Esadî kir.
Serokkomarê tekez li ser pêywîstîya xurtkirina peywendîyên hevpişkên heyî yên navbera rêxistina asmanîya sivîla navdewletî û dezgeha firokevanîya sivîl a Êraqê kir, da ku kar û barên firokevanîya Êaqê baştir bibin û standardên navdewletî di kar û barên firgehan de bên berdestkirin û hêsankarî ji geşt û guzarên Êraqê re bêne kirin û çûna asmanî jî bê peydakirin.
Serokkomar wiha pêde çû ku li Rojhilata Navîn, Êraq yek ji welatên serekî ye di warê veguhastina asmanî de û girîngîya xebata bêhtir bo çareserkirina kêşeyên heyî bi leza temamkirinê û paşnexistina bidest ve anîna standardên navneteweyî di warê ewlehîyê de destnîşan kir, ji ber ku helwêsta wî diyar kir ku dê piştgîrîya pêywsît ji bo pêkanîna armancên xwestî bêt kirin.
Ji aliyê xwe ve birêz Juan Carlos Salazar şadbûna xwe û şanda pê re ji bo seredana Êraq û paytexta wê Bexdadê diyar kir ku ew rêkxistin li gel Dezgeha Firokevaniya Sivîl ya Êraqê li kêleka hev kar dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên berçav bo gihiştina standardên navnetewî, tekezî li ser daxwaza Rêxistina Navdewletiya Firokevaniyê bo zêdetir hevkarî kirin bi Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê bi awayek ku beşdarî li pêşxistina karê firokexaneyên Êraqê û dpeydakirina baştirîn pîvanên navneteweyî yên ku di firokevaniyê de hatine pejirandin dike.
Ji alîyê xwe ve serokê dezgeha asmanîya sivîl birêz Îmad Ebdulrezaq Elesedî tekezî li ser berdewamîya karên dijwar bo sepandina pîvanên navdewletî li hemû firgehên Êraqê kir û da xuyakirin, ku encamên kombûnên bi rêxistina firokevanîyê re erênî û razîne.

serokkomar pêşwaziya şandeya rêvebiriya geştevaniya Si 'ûdîye ya li herêma Kurdistanê kir û xanim Emel Celal Muhemmed
Serokê komarê tekezî li ser ewê çendê kir, ku gerek navendeka kulturiya Kurdî-Erebî li bajêrê Silêmanîyê bihê damezrandin û giringî dan bi şûnwarên kevnar, muzexane û cihên geştevaniyê bê kirin û xizmetguzariyên ku ji mêvanan re dên pêşkêşkirin, bi awayekî girêdayî rewşa kulturî û dîrokîya Êraqê bin.
Serokkomar daxwaz kir, ku divê sûd ji tabloyên hunermendên Êraqê li cihên geştevanîyê û hotelan bihê wergirtin, da ku reseniya hunerîya Êraqê û şaristaniya Êraqê bê nasandin.
Ji aliyê xwe ve Xatû Emel Celal Mihemed spasîiya xwe pêşkêşî Serok kir ji bo pêşwaziya germ û diyar kir ku desthilatê pilaneke geştûguzariyê bo maweya (8) salan ji bo baştirkirina rastiya geştûguzariyê li Herêma Kurdistanê û lidarxistina çalakî û festîvalan di vî warî de pêşxistiye
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

