Şêrko Mîrwês berpirsê Navenda Rêxistinên Xaneqînê hat destnîşankirin
Kurdistan 01:21 PM - 2023-02-27
PUKMEDIA
Şîrko Mêrwês
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê endamê encumena serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêrko Mîrwês berpirsê navenda heştem a rêxistinên Xaneqînê destnîşan kir.
Li gor biryara desteya kargêrî ya mekteba siyasî ya di 26/2/2023 de ku PUKMEDIA kopiyek jê wergirtiye de got birêz Şêrko Mihemed Salih naskirî bi (Şêrko Mîrwês) endamê Serkirdayetiya Encûmen, ji bo Navenda Rêxistinên Xaneqînê weke berpirsyar hat tayînkirin.
Berpirsê nû yê Navenda Rêxistinên Xaneqînê Şêrko Mîrwês ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî giringiyeke taybet bi bajarê Xaneqînê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê dide û ev yek jî yek ji pirensîpên bingehîn ên Yekîtiyê ye. "
Û wî got jî: Yekîtiya niştimanî bi hemû hêza xwe di xizmeta xelkê Xaneqîn, El-Sadiye, Celewla û Qereteppe de ye û emê bi hemû hêza xwe ve ji bo çareserkirina kêşeyên îdarî û siyasî li navçeyê li navendên biryardanê kar bikin. çi li ser asta hizbî û çi hikûmetê be û zêdetir xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan bike.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

