Serokkomar civîneke berfireh li ser dosyaya avê birêve dibe
Îraq 10:08 AM - 2023-02-27
Malpera serokkomar
Komcivîna serokkomar ji bo avê
Roja yekşem 26.02.2023 Serok Komarê Dr.Ebdulletîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê serpereştiya civîneke berfireh bo dosyeya avê li welat bi amadebûna wezîrê Çavkaniya avê birêz Awn Ziyab Abdullah, Balyozê Holenda li Êraqê Johannes Leandert Sande, û nûnerê Banka Cîhanî, û Rêvebirê ofîsa Banka Cîhanî li Bexda birêz Mihemed El-Anî kir.
Di destpêka hevdîtinê de, Serokkomar balkişand ser girîngiya konferansa Ney York ya avê ku di demeke nêzîk de tê lidarxistin û pêwîstiya pêşkêşkirina helwesta Êraq ya derbarê avê û pirsgirêkên ku ji ber kêmbûna avê û guhertina keşûhewayê derdikevin û balkişand li ser girîngiya wê gavên cidî û piraktîkî ji bo gihandina rêkeftinekê ligel welatên cîran ji bo parvekirina ziyanan û dabînkirina pareke adil ji avê.
Serok Komarê di axavtina xwe de amaje bi pêwîstiya peydakirina rêkarên cîbicîkar yên bi bandor û yasayên pêwîst yên bi girêbesta ku parastina ewlekariya av û çandiniyê li welat dike û pêwîstiya vekirina diyalogeke pratîkî bi welatên cîran re di vî warî de heye, nîşan da.
Ji bilî van erkan, Serokê Komarê tekezî li ser giringiya berçavgirtina çavkaniyên avê li Êraqê û parastina wan bi tedbîrên cidî û bibandor kir, bi taybetî ku em di nav wan welatan de ne ku herî zêde ji guhertinên avhewayê, ziwabûn û biyabanbûnê bandor bûne.
Cenabê wî anî ziman ku dosyaya avê dosyayeke jiyanî ye û pêdivî bi wê yekê heye ku pêwîstî bi hevkarîya hemû sazî, dezgehên hikûmî û dezgehên nehikûmî heye ku mijara sereke û ya herî girîng be, û tekezî li ser belavkirina hişmendiya civakê ji bo rêkxistina bikaranîna avê, rawestandina îsrafkirina avê û bidawîkirina binpêkirinên li ser çemên Decle û Firatê û şaxên wan.
Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd bal kişand ser girîngiya nûjenkirina awayên çandiniyê yên ku li welat têne bikar anîn bi şêwazên nûjen ên avdanê, û dabînkirina para avê ji bo deverên çolê, ji bo parastina çavkaniyên avê û misogerkirina hebûna wê ji bo nifşên pêşerojê.
Amadebûyan tekezî li ser giringiya beşdariya cenabê Serok Komarê di konferansa avê de ji bo geşepêdana domdar ku li New Yorkê tê lidarxistin, kirin.
Di civînê de, gotûbêjên berfireh di navbera amadebûyan de hatin kirin, ku li ser mijara kêmbûna avê, bikaranîna rê û rêbazên nûjen di avdanê de û piştgirîkirina hewlên ji bo zêdekirina pişka avê ya Iraqê bû.
Wezîrê Çavkaniyên Avê Awn Ziyab Ebdullah ragihand ku Iraq di hevdîtina bi Wezîrê Enerjiyê yê Îranê re li ser pevguhertina agahiyan û danîna stasyonên pîvandinê li ser çemên sînorî li hev kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

