Encumena Penaberên Rojava spasiya kampîna "Hewxemtanîn" kir
Kurdistan 03:53 PM - 2023-02-25
PUKMEDIA
Spasnameya ji bo kempîna Hevxemtanîn
Di nameyake xwe de, bi taybet derbarê helwesta xelkên Silêmanî û bi taybetî kempîna "Em hevxemê wene" Encumena Penaberên Kurd a Rojava-Sûriye ku di rûpela xwe ya fermî de weşandiye û wêneyek ji bo PUKMEDIA`yê şandiye têda wiha hatiye:
Em bi navê Encumena Penaberên Kurd a Rojava-Sûriyayê, spasiya kampîna"Hewxemtanîn" dikin, ku ji aliyê Saziya Medya ya Kurdsatê ve bi beşdariya van sazî û aliyên hikûmî û ne hikûmî ve hat destpêkirin û serpereştîkirin bi vê renî li xwerê ne:
( Parêzgar û Rêveberiya Parêzgeha Silêmaniyê - Qayîmeqam û Rêveberiya Qamyîmeqamiyeta Silêmaniyê - Saziya Medya ya Kurdsatê - Lîwaya Yekem a Parastina Silêmanî - Rêveber û rêvebiriya giştî ya Asayîşa Silêmanî - Rêvebiriya Koç û Koçberan û Bersiva Aloziyan,Silêmnanî - Muzexaneya Neteweyî ya Emna Soreke - Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê - Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) - Rêxistina Berwarî - Rêxistina Troskî Hîwa - Tora Rêxistinan - Encumena Parêzgeha Silêmanî - Rêveberiya Şaredariya Silêmanî - Nivîsgeha Ragihandina YNKê - Rêkxistinên Demoqratîk – Malbenda 1 ya Rêkxistinên Silêmanî yê YNKê - Rêvebiriya giştî yê çavdêriya darayî Silêmanî.
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmanî - Sendîkaya Peymankaran - Kompaniya ICU - Kompaniya Hemse - Kompaniya Azad ji bo qîrkirina Rêkan - Rêxistina Huner Omer Surçî - Rezhna Medya Organîzasyon - Sendîka Elwa - Walî û Rêveberiya H Labja - Koç û Koçbaran bersivdaaloziyan ya parêîzgeha Helebce - Qayîmeqam û rêveberiya navçeya Helebceyê - rêveberî û rêveberiya navçeya Dukan - qayîmeqam û rêvebiriya navçeya Pêncwênê - qayîmeqam û rêveberiya navçeya Seyîd Sadiq - navçe Sîtakê - rêveberê navçeya Suwêleyê - rêveberê navçeya Çemçemalê.
Hêjayê gotinê ye, ku di çarçêveya destpêkirin û serkevtina kampîneya "Em hevxemê wene" de, ji alîyê xelkê Silêmanîyê û Helebçe û rêvebiriya Raparîn ya serbixwe û rêvebriya Germiyan ya serbixwe di bin çavdêriya Saziya Ragihandinê ya Kurdsat de, 11 kamyonên barhilgir bi alavên girîng ên nîştecihbûn ,dermanên pêwîst û dermanên tibî barkirî Mexdûrên erdhejê li herêmên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li bajarê Helebê û herêma Şehba ya nêzîkî Efrînê ku zêdetirî 150 hezar penaberên Kurd li Efrînê li wir ji neçarî nîştecih bûne, ku bi darê zor hatibûn derxistin.
Serkeftina kampaniya "Hevxemê wene" û gihandina alîkariyên mirovî bo deverên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî bo deverên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Şehbayê ku ziyanmendbûne ji wê erdhejînê, cihê şanaz û serbilindiyê ye û li ser vê bingehê xelkê me yên li herêmên ku ziyana erdheja ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku ew alîkariya gihîştiye destên wan, pesna destpêşxeriya erênî ya Saziya Medyaya Kurdsatê û hevkarên wê û ya hemû xelkên Silêmanî û Helebçe û herdu deverên Raperîn û Germiyan ya serbixwe dan û bi pêngaveke dîrokî û cihê rêz û pêzanînê û bilind nirxand ku di dil û giyanê Kurdan de tê hembêz kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

