Şîrketek li Hewlêrê ji ber rexnekirinê hat girtin
Kurdistan 02:23 PM - 2023-02-24
PUKMEDIA
Serdar Azad xwediyê Şîrketa Amlak e
Xwediyê şirketekê li Hewlêrê ji ber belavkirina vîdyoyekê ku daxwaza xweşkirina bajêr dike, bê qanûn û dadgeh şaxên wê girtin."Eger şirketa wî di zûtirîn dem de şaxên xwe venekin, ew ê biçe derveyî welat." Konsulxaneya Amerîkayê pêştir hişyarî dabû li ser binpêkirina mafên mirovan li Herêma Kurdistanê û astengkirina azadiya ramanê li herêmê.
Serdar Azad xwediyê kompanya Amlak li Hewlêrê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Duh min di vîdyoyekê de rexne li parka bilbilan girt û got pêwîste were nûjenkirin, lê îro rêveberê endezyariya parkên Hewlêrê telefonî min kir,wî ji min xwest ku vîdyoyan jêbikim, piştî jêbirinê Qayîmaqamê Hewlêrê biryara girtina 4 ofîsên kompaniya me da û 12 karmend jî bêkar man.”
Wî zêde kir:“Piştî ku min pêwendî bi Qayîmaqamê Hewlêrê Nabaz Ebdulhemîd re kir, ji min re got, ger hûn dilê rêveberê endezyariya parkê çak nekin, ofîsên we nayên vekirin . Dipirsim dibe nanê bibirin ? Ger kesek li pişt min hebûya nikarîbû bigirtana.”
"Ger li vî welatî serokwezîr û dozger hebin, çima vê neqanûnî qebûl dikin? Ger ji roja şemiyê ve buroyên me neyên vekirin, ez ê deriyan bişkînim û ji vî welatî biçim."
"Min parkek rexne kir û wan şirket girtin. Ger ez hikûmetê rexne bikim dibe ku careke din min nebînin."wiha got
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê pêştir ragihandibû, ku Amerîka dilgiran e ji ber kêmbûna mafên mirovan, azadiya derbirînê û mafên neteweyan li Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

