Talebanî: Astengiyên li pêşiya hilbijartinan rakin
Kurdistan 07:59 PM - 2023-02-23
Nivîsgeha Ragihandinê Qubad Talebanî
Civîna Qubad Talebanî û Klaus Streicher
Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî bi Serkonsolosê Almanyayê Klaus Streicher re hevdîtin kir, bal kişand ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên paqij û adil.
Civîna roja pêncşemiyê 23.02.2023ê li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û rewşa siyasî ya navxweyî Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku; Ji bo xurtkirina pozîsyona herêmê li hemberî pêşveçunan divê nakokî bên çareserkirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin ,têda Qubad Talebanî anî ziman ku :Bijardeya me ya yekem û ya dawî rêkeftineke berfireh û demdirêj e, ku di berjewendiya hemû welatiyên Êraqî û Kurdistanî de ye.
Proseya çaksaziyê bi taybetî çaksaziya hêzên Pêşmerge mijareke din a civînê bû . Qubad Talebanî di derbarê çawaniya pêşdebirina pêngavên çaksaziyê de got; Nabe ku cudahiyên siyasî bandorê li xebatên reformê bike.
Derbarê rewşa herêmê de jî Qubad Talebanî got ku; Divê hilbijartin ji vê zêdetir nehê paşxistin û bên kirin, lê ji bo zêdekirina baweriya welatiyan bi hilbijartinan, pêwîst e pirsgirêk û astengiyên li pêşiya lidarxistina hilbijartinên paqij û adil bên çareserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

