Pevguhertina dolaran ji bo geştyaran li Silêmaniyê berdewam e

Kurdistan 04:37 PM - 2023-02-23
Firokexane Ajansan

Firokexane

Hewlêr Silêmanî Biryar Reşîd

Li Balafirgeha Silêmaniyê pevguhertina dolar ji bo geştyaran berdewam e û li firokexaneya Hewlêrê hat rawestandin, Serokê Desteya Rêveber Bankê (RT) da zanîn ku ji ber şûştina pereyan biryara rawestandina pevguhertina dolaran bo geştiyaran li firokexaneya Hewlêrê daye.
Endamê Lijneya Aborî, Pîşesazî û Bazirganî ya Parlamentoya Êraqê Brîar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Li Firokexaneya Silêmaniyê pevguhertina dolar bi rêjeya fermî ji bo geştiyaran berdewam e û ti pirsgirêk nînin’’.
“Her geştyarek ku ji balafirxaneya Silêmaniyê sefer bike, dikare 7 hezar dolar bi nirxê fermî 132 hezar dînar bi 100 dolarê Amerîkî biguhere’’. Brîyar Reşîd got.
Li gor gotina Seroka Lijneya Rêvebir a Banka RT Hamîla Gerdî, got:’’Li firokexaneya Hewlêr 2 roj in pevguhertina dînarê Êraqî bi dolar re ji ber şûştina pereyan hatiye rawestandin’’.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket