Qubad Talebanî: Divê pirsgirêk bi rêya diyelogê bên çareserkirin
Kurdistan 12:15 PM - 2023-02-23
Nivîsgeha Qubad Talebanî
Civîna Qubad ligel senotaya Amerîkî
Li bajarê Hewlêrê Cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ligel şandeke Pîran ya Amerîkî civiya.
Di hevdîtinê de rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û çawaniya pêşkeftina proseya çaksaziyê di nav saziyan de û ji bilî pêşxistina karê saziyên hikûmetê gotûbêj kirin.
Di vê derbarê de Qubad Talebanî behsa çawaniya cîbicîkirina pêngavên tomarkirina biyometrîk, projeyên xizmetguzarî, şefafiya di hinardekirinê de, tomarkirina kompanyayan bi rêya elektronîk, bidawîkirina ruttîn û nehiştina gendeliyê kir û got: Ev hemû piroje bi şiyanên me yên xwecihî û rawêjkariya derve gavên baş avêtine û di demek nêzîk de emê veguhestina karûbarên saziyên hikûmetê bo sîstema elektronî ragihînin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, her du aliyan behsa mekanîzma pêşveçûna pêngavên çaksaziyê di nav Hêzên Pêşmerge de kirin, herwiha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û Qubad Talebanî tekez li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên siyasî bi diyalogê ji bo parastina berjewendiyên gel kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

