Serokkomar: Êranê piştî komkujiya Helebçe piştgirî da gelê Kurd

Îraq 03:24 PM - 2023-02-22
Serokkomar pêşwazî li şandeke Êranê kir PUKMEDIA

Serokkomar pêşwazî li şandeke Êranê kir

Serokkomarê Êraqê

Serokkomarê Êraqê dibêje: "Piştî ku Helebçe rastî komkujiya û Enfalê hat, Êranê piştgirî da gelê Kurd.
Serokkomarê Êraqê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd ji bo serdana komara Islamîya Êranê vexwendineka fermî ji serokkomarê Islamîya Êranê Îbrahîm Re`isî wergirt".
Ev yek jî di dema pêşwaziya wî de hat, roja çarşemê 22`ê Sibata 2023`an li Qesra Selam ya serokkomqartiya Êraqê li Bexdadê bû, Wezîrê Karên Derve yê Êranê Huseyîn Amîr-Abdûllahîan û şandeke pê re ji aliyê serokkomar ve hat pêşwazîkirin, û serokkomar jî soz da ku di zûtirîn demê de, wê bersivê bide vexwendina serokkomarê Êranê.
Serok tekez kir ku Êraq û Îran welatên cîranin û peywendiyên dîrokî û peywendiyên hevbeş hene, ji ber ku ew dikarin tevkariyê li berbihêzkirina ewlehî û aramiya herêmê bikin û pêgîrbûna bi diyalog û aramiyê bo çareserkirina pirsgirêkên di pirsgirêkên herêmî û navdewletî de û destnîşan kir ku yekgirtina ewlehiyê pêwîstî bi hevkariya hemû welatên herêmê heye.

Serokkomarê Êraqê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd, amaje bi pêdawîstîya hemahengî û şêwirîna li ser pirsên berjewendiya hevbeş bi awayekê ku xizmeta berjewendîyên gelên Êraqê û Îranê û gelên dinên deverê bike û girîngîya ragihandin û dan û standina bîr û nerînên navbera berpirsên herdu welatan bo rû bi rûbûna dijwarîyên terorê û metirsiyan da xuyakirin.
Serokkomar Ebdulletîf Cemal Reşîd piştî rûbirûbûna wan bi komkujîya Helebçe û Enfalê û paşkevtina şerê li dijî rêxistinên terorîstîyên DAIŞê, pesna helwêstên Komara Îslamî û piştgîrîya gelê Êraqê ji bo rûbirûbûna siyasetên diktator ên rejîma berê û piştevanîkirina Kurd da.
Ji alîyê xwe ve wezîrê derveyê Îranê helwêsta welatê xwe li hember hewlên Êraqê yên ji bo yekxistina tenahî û aramîya wê pejirand û xwesteka wê bo xurtkirina hevbeşîyên navbera herdu welatan û berdewamkirina peywendîya dîrokî ya navbera herdu gelên cîran bi awayekî ku xizmeta hevkarîyê û hemahengîya hevbeş bike
Wezîrê Îranê destnîşan kir ku yek ji xemginiyên welatê wî rûbirûbûna bahozên qûmê ye û tê payîn ku Îran di havîna bê de konferanseke wezarî li dar bixe da ku rêbazên rûbirûbûna bahozên qûmê gotûbêj bike

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket