Serokê tîma parêzeran: Biryarên serokê YNKê qanûnî ne û îtîraz nîne
Kurdistan 07:57 PM - 2023-02-21
PUKMEDIA
Serok Bafil
Biryara Encûmena Bilind a Dadwerî di berjewendiya Serok Bafil û YNKê de çêbû û hemû biryar û rêkarên ji bo hilbijartina Bafil Talebanî wek serokê YNKê û guhertina rêziknameyê û dûrxistina Lahur Cengî yasayî bûn.
Bafil Hekîm Serokê tîma parêzerên Serok Bafil Celal Talebanî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Îro 21/2/2023 Komîsyona Dadwerî ya Hilbijartinan biryara dawî li ser şikayeta Lahur Cengî da û di berjewendiya wî de nebû û hemû biryarên YNK û Serok Bafil qanûnî bûn.
Serokê tîma parêzerên Serok Bafil Talebanî got: “Biryara Komîsyona Dadwerî ya Hilbijartinan li ser wê dosyayê dawîn e û cihê îtirazê li ti dadgeheke Êraqê nemaye û di serî de li dadgehên Herêma Kurdistanê.
Bafil Hekîm got:“Li gor biryarê hemû guhertinên ku di nav YNKê de hatine kirin, yasayî ne, bi taybet hilbijartina Bafil Celal Talebanî wek serokê YNKê, guhertina hukmê navxwe, dûrxistina Lahur Cengî Burhan ji YNKê û destnîşankirina çend endamên Mekteb Siyasî û serkirdetiyê.
Serokê tîma parêzerên YNKê Bafil Hekîm ragihand: “Encûmena Bilind a Dadwerî – Heyeta Dadweriya Hilbijartinê li ser giliya berê ya Lahur Cengî di berjewendiya Serok Bafil Talebanî û YNKê û karûbarên navxwe yên YNKê de biryara dawî da.
Hekîm her wiha got: “Daxwazên bi vî rengî ne di taybetmendiyên dadgeha asayîşa Hewlêrê de ne û bi awayekî fermî tiştek bi dest me negihêştiye, lê weke rêzgirtin li serwerî û serxwebûna dadgehan di vê derbarê de axaftinê me dibin.
Ev biryar li ser gilîkirina Lahur Cengî li dadgeha Kerx a Bexdayê li dijî Serok Bafil Celal Talebanî û Yekîtiya Niştimanî hatibû kirin, ji bo biryara dawîn gilî ji Dadgeha Silêmaniyê re hat şandin, Ev biryar di berjewendiya Serok Bafil Celal Talebanî û YNKê de bi dawî bû.
Encumena Komîseran roja 20.01.2023ê bi biriyara jimare 3 , giliya Lahur Cengî red kiribû û gotibû, guhertinên navê YNKê rast û yasayî ne û li gor rêzikên navxwe yên partiyê hatine kirin, dadgeha Asliye ya Silêmaniyê jî biryar daye.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

