Parlemana Kurdistanê ji bo hilbijartinan dest bi rûniştinan dike

Kurdistan 03:21 PM - 2023-02-20
Parlemana Kurdistanê dest rûniştinan dike PUKMEDIA

Parlemana Kurdistanê dest rûniştinan dike

Parlemen YNK û PDKê

Parlemana Kurdistanê ji bo hilbijartinan piştî civînênsaziyên YNKê û PDKê wê dest bi rûniştinan bike.
Seroka Parlemana Kurdistanê dibêje: "Hewileke heye ku saziya hilbijartinan ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê li ser pirsa hilbijartinan kombibin û piştre jî parleman li ser heman mijarê dest bi civînan bike".

Seroka Parlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayiq di kongireyeke rojnamevaniyê de ragihand: "Mijara Hilbijartinan babetekî nîştimanî ya û peywendî bi hemû aliyan û xelkê Herêma Kurdistanê ve heye, pêwîste nakokiyên siyasîbi aliyekî bidin û babeta hilbijartinan bibe destpêka danustandinan, ji ber ku dem di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de û proseya siyasî li Herêma Kurdistanê nîne,ji ber wê jî, civînên me wek komên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi serokê YNKê û desteya kargêrî ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)êbe, wê behsa hilbijartinan û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bê kirin."

Dibêje: "Di civînê de, em gihîştin wê baweriyê ku pêwîste parlemana Kurdistanê li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê civînê bike û gotûbêjan li ser civîna herdu saziyên hilbijartinan ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê  bikin û eger kêşeyek di navbera herdu aliyan de hebe, pêwîste bi riya giftugoyan li ser mijara hilbijartinan bête çareserkirin tako parleman jî bikanibe li piştî 1-3-2023`an dest bi civînên xwe bike". Ev gotina seroka Parlemanê Dr. Rêwaz Fayiqe

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket