Agneta Kling wek yekem jina Siwîd bû bi pêşmerge

Kurdistan 04:58 PM - 2023-02-19
Jina şoreşger a Siwîdî Pirtûka Agneta Şêxmûs

Jina şoreşger a Siwîdî

Pêşmerge Agneta Elisabeth Omer Şêxmûs

Pirtûka bi zamanê kurdî ya li ser Agneta Kling wek yekem jina Siwîd şoreşger û mirovdost ku bû bi pêşmerge derketiya ji bo zimanê Erebî jî hate wergerandin.

Pirtûka derbarê jina şoreşger a Siwîdî hevjîna siyasetmedarê dêrîn ê Kurd Omer Şêxmûs ku derbarê jiyana wê û xebata wê jina şoreşger nerîn û nivîsên wan kesên ku ew nasdikirin hatiye berhevkirin û xwediyê wê erkê nivîskar kak Newzad Elî Ehmed e û ê ku wergerandî bo zimanê Erebî jî nivîskar û hunermend kak Yasîn Hisên e.

Jina şoreşger a Siwêdî ku bi dilsozî dest bi kar û xebatên rizgariya neteweya kurdî kiribû, wek jina pêşmerge di nava tevgera kurdî de tevdigeriya, di pirtûkê de, girîngî ji rola wê re tê dayîn ku çawa jineke xwedî rol û hêz û prensîp bû ye. Xwediyê vîn û ramanên mirovdostî bû ye.
Di roja duşemê 25-11-2019`an, bi beşdariya hejmarek ji nûnerê partiyên siyasî û rêxistin û parlementerên aliyan li welatêî Swîdê merasîma serxweşî uya jina pêşmerge dostyara gelê kurd hevjîna siyasetmedarê dêrîn û endamê desteya damezrêner ê YNKê Omer Şêxmûs birêveçû.
Her weha ku xanima şoreşger û kurdyar Agneta Barbro Elisabeth ku di wê barê de, berpirsê mekteba Ragiahndina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kak Rehber Seyid Îbrahîm dibêje; Xanim  Agneta Barbro Elisabeth di sala 1981`an de wek yekemîn pêşmergê biyanî peywendî bi rêzên hêzên pêşmergê Kurdistanê ve kiriye û  bi navê Xwîşka Tara hatiye bi navkirin û çekê şeref û kurdeyetiyê û pêşmergeyetiyê hilgirtiye û sengerên kurdeyetiyê diparast ku di demekê de bû ew xanim ji malbateke Erustqirat ê Swêdê bû ku yekemîn pêşmergeyê biyanî bû.

Wek tê zanîn ku li ser kêlka gora wê hatiye nivîsandin Agneta Kling Şêxmûs di sala 1943`an de hatiye dinê û di 1974`an de girîbesta hevjîntiyê bi Omer Şêxmûs re pêktîne û navê wê dibe bi Agneta Şêxmûs.
Hêjayî gotinê ye ku d roja çarşemê 20-11-2019`an, li Swîdê xanima dostyarê kurd û xebatkara rizgarî û azadiya gelê kurd û Kurdistanê Agneta Barbro Elisabeth hevjîna siyasetvanê dêrîn ê gelê kurd kak Omer Şêxmûs koça dawî kir.

PUKMEDIA


 

zêdetir tamaşe bike