Encumena Pebanerên Rojava spasaiya YNKê kir
Kurdistan 12:01 PM - 2023-02-17
Encumena Penaberên Rojava
EPKR spasiya YNKê kir
Endama desteya bilind a Encumena Pebanerên Rojava spasaiya YNKê kir.
Di daxuyaniyeke xwe de, endama desteya rêvebir a Encumena Penaberên Rojava-Sûriye Roşîn Sîdo Serêkanî spasiya hemû sazî û dezgehên ser bi YNKê kir ku bi awayekî aktîvane beşdarî li kempîna Hevxemê wane û merasîma serxweşî ya şehîdên erdheja Efrîn û Cindirêsê bûne kir.
Roşîn Serêkanî di daxuyaniyeke taybet ji malpera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê PUKMEDIA`yê re ragiahnd: "Em wek Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye bi dilgeşî spasiya rola sazî û dezgeh û damezrawên ser bi Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin ku di rewşa erdheja Efrîn û Cindirêsê de hevxem û alîkar û piştîvan bûn"
Serêkanî di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji PUKMEDIA`yê re spasiyeke taybet ji bo şanda damezrawê serok Celal Talebanî bi serokatiya Apê Yusif Zozanî ji merasîma serxweşî ya şehîdên erdheja Rojavayê Kurdistanê Efrîn û Cindirêsê re kir û peyama serokê damezrawa Serok Celal Talebanî yê Balyoz Dr. Mihemed Sabîr jî bi cihê destxweşî û spasî û rêz û pêzanînê nirxand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

