Beşdar Hesen: Li Hewlêr û Duhokê mafên girtiyan tê binpêkirin
Kurdistan 03:59 PM - 2023-02-16
PUKMEDIA
Serokê tîma parêzerên girtiyan li Badînan, Beşdar Hesen
Serokê tîma parêzerên mehkûmên li Badînan wiha got:Cudahiyeke mezin di navbera mafên girtiyan li Silêmanî gel yê Hewlêr û Duhokê de heye û divê mafên girtiyan li Hewlêr û Duhokê wek girtiyên Silêmaniyê bê parastin.
Serokê tîma parêzerên girtiyan li Badînan, Beşdar Hesen ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: “Cawaziyeke mezin di navbera mafên girtiyan li Silêmanî gel yê Hewlêr û Duhokê de heye û mafên girtiyan li Silêmaniyê zêdetir tê parastin’’.
“Li Silêmaniyê parêzer dikarin hefteyê 5 rojan bi girtiyan re hevdîtinê bikin, lê li Hewlêrê mafê parêzeran tenê rojekê heye ku girtiyan bibînin,lê girtiyên li Silêmaniyê beşdarî kursan dibin û dibêjin ku ew ji rêveberê girtîgeha xwe pir memnûn in,berovajî vê yekê li Hewlêrê girtî ji rêveberê saziya xwe ya çaksaziyê ditirsin û ji kursan bê par in.”wiha got.
Serokê tîma parêzerên girtiyên li Badînan wiha got:“Girtiyên Hewlêr û Duhokê ji gelek mafên din bêpar in û cezayên taybet li wan tê birîn, wek mînak dema girtiyek di zindana Silêmaniyê de dibe sedema pirsgirêkê, du sê roj tê cezakirin, lê li zindana Hewlêrê,dema ku girtî bibe sedema pirsgirêkê, 15 roj heta mehekê tê cezakirin, ev neheqiya ku li Hewlêr û Duhokê li girtiyan tê kirin."
Beşdar Hesen bi rêya PUKMEDIA daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan kir ku parastina mafên girtiyan li Hewlêr û Duhokê bikin û rê nedin mafên wan bên binpêkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

