Ji bilî partiyekê hemû partî dixwazin qanûna hilbijartinê serrast bikin
Kurdistan 01:11 PM - 2023-02-16
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Partiyên Kurdistanî daxwaza guhertina yasaya hilbijartinan û aktîvkirina komîsyonê, paqijkirina tomara dengderan û çareserkirina pirsa kursiyên pêkhateyan beriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin.
Piraniya partiyên Kurdistanî deng dane dirêjkirina dema karkirina parlamentoya Kurdistanê, lê aliyek siyasî heye ku rê li ber lidarxistina civînên Parlamentoya Kurdistanê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan digire.
Me deng da bo dirêjkirina karê parlamentoyê ji bo çareserkirinêParlamenterê Fraksiyona Goran li Parlamentoya Kurdistanê Rizgar Hemed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Hemû aliyên Kurdistanî ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê deng li ser dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê dan. Ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinan, aktîvkirina Komîsyona Hilbijartinan, pêdaçûna tomara dengderan û çareserkirina dosyaya kursiyên pêkhateyan.
Got jî: Lê ya ku em niha dibînin ewe ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê lidarxistina civînên parlamentoya Kurdistanê jibo gotûbêjkirin û çareser kirina wan pirsan asteng dike.
Partiya Demokrat li dijî guhertina qanûna hilbijartinan eRizgar Hemed dibêje: Partiya Demokrat a Kurdistanê naxwaze yasaya hilbijartinan serast bike û dixwaze bi heman yasaya kevin hilbijartinan bike û ev mijar ji aliyê piraniya aliyên Kurdistanî ve tê redkirin.
Got jî: Partiya Demokrat a Kurdistanê kursiyên pêkhateyan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, lewma naxwaze pêkhate nûnerên xwe yên rasteqîn li parlamentoyê hebin.
Nebûna bernameyeke xebatê rê li ber lidarxistina civînên Parlamentoya Kurdistanê digireParlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Balambo Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku rê li ber lidarxistina civînên Parlamentoya Kurdistanê digire, nebûna bernameya xebatê ya civînê ye.
Got jî: diyarkirina bernameya kar bo civîna parlamentoyê, mafê Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ye ne tenê serokkomar.
Yekîtiya Niştimanî dixwaze yasaya hilbijartinan biguherîneBalambo Mihemed dibêje: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û partiyên din ji bilî Partiya Demokrat, ji bo serastkirina yasaya hilbijartinan, aktîvkirina Komisyonê û pêdaçûna tomarkirina dengderan, deng li ser dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê dan. ev mijar girîng in û divê bên çareserkirin.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û aliyên mayî dixwazin civîna parlamentoyê taybet bi serrastkirina yasaya hilbijartinan be, lê Partiya Demokrat vê mijarê red dike û dixwaze di civîna parlamentoyê de li ser çend mijarên alî gotûbêj bike.
PUKMEDIA taybet
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

