Merasîma şehîdên Cindirêsê li Encûmena Penaberan bi dawî bû
Kurdistan 11:40 PM - 2023-02-14
Encûmena Penaberên Kurd
Serxweşî û behînameya Rojavayê Kurdistanê
Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê rêzdar Hozan Efrînî ,Rêûfermiya behînameya şehîdên erdheja Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê 3 rojan birêve bir.
Roja 12-2-2023`an yekemîn roja pirse û serxweşiya qurbanî û şehîdên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku di encamê de, bajarê Cindirêsê û 6 gundwarên wê di encama erdheja 6-2-2023`an de, bi piranî hatin rûxandin.Her weha doh jî 13-2-2023`an merasîm di baregeha Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de berdewam bû ku û iro roja 14-2-2023`an bi dawî bû.
Merasîmên sersaxiyê yên ji bo mexdûrên erdhejê li meclîsê di roja sêyemîn û dawî de berdewam kir.
Serokê Encûmena Penaberan a Kurd rojnamevan Hozan Efrîn, endam û nûnerên encumenê û bi amadebûna malbat û malbatên qurbanî û şehîdên erdheja ku li herêma Efrînê (Cindirêsê) pêşwaziya mêvanan kirin.
Gelek şandên ku hatin ji bo sersaxiyê û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kirin û hevxemiya xwe û êşa xwe ji bo birîndaran diyar kirin.
Beşdavananên birêz ev bûn:Şandeke Weqfa Serokê nemir Celal Talebanî bi serokatiya Cîgirê Serokê Weqfê birêz Yusif Zozanî.
Şandeke Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya xanim Taniya Xan
Birêz Husên Hema Kerîm nûnerê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Bafil Celal Talebanî
Şandeke rêxistina Yasna ya ola Zerdeştî bi serokatiya birêz Esrwan Qadiruk
Şandeke Encûmena Sûriya Demokrat bi serokatiya birêz Hoşeng Derwîş
Şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi serokatiya birêz Îdrîs Bîlal Hesen
Şandeke Encûmena Rojhelat a Penaberan a Kurdistanê bi serokatiya Kak Husên Mihemed
Şandeke Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) bi serokatiya Kak Youssef Mohamed
Şandeke ji Dezgeha Niştecihbûnê ya Penaberên Biyanî, bi serokatiya Albay Twana Cemîl
Şandeke Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi serokatiya birêz Karwan Enwer
Şanda Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi serokatiya Îdrîs Hesen
Şandeke Rêxistina Diyaloga Çandî (DCO) bi serokatiya birêz Mihemed Ebdulezîz
Şandeya rêxistina SYEO ji bo hişyarkirin û perwerdekirina xwendekar û ciwanan bi serokatiya birêz Sarkaft Baban.
Hemû şandeyên sersaxiyê hevxemiya xwe ji bo tevahî kesûkarên qurbanî û şehîdên vê karesatê re diyar kirin, ji bo şehîdan rehmet û lêborîn û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn xwestin .
Biryarname ji aliyê kanalên medyayî (Şeab Kurdistan û Kerkuk TV) ve bi spasî û pêzanîn hatin belavkirin.
…..
Li du rojên pêştir ev şandana beşdar bûn ;
Şandeyên partî û aliyên siyasî û sivîlî û hikûmî û ne hikûmî beşdarî rêûfermiya serxweşiyê kirin û ew şandeyên beşdarbûne ev in:
Şanda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi serokatiya heval Ceza Seyid Mecîd
Şanda Mekteba Sekirteriyeta Serok Mam Celal bi serokatiya heval Şerîf Ehmed
Şanda rêvebiriya Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê bi serokatiya Emîd Tariq Şêx Salih
Şanda Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Evîn Siwîd
Şanda Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya Elî Şemdîn
Şanda Komeleya Rêxistinên sivîl li Silêmaniyê bi serokatiya Berhem Serdar Qeredaxî
Şanda Rêxistina Honer Omer Sûrçî bi serokatiya Huner Omer Sûrçî
Şanda Encumena Bilind a Zerdeştiyên Kurdistanê bi serokatiya Azad Seîd
Şanda Rêxistina Baranan ya alîkariyên Mirovî bi serokatiya Simko Cebarî
Şanda Rêxistina Hawar ya Civaka Sivîl bi serokatiya Dawud Çîçek
Şanda Kenîseya Amarîkî Ababatayîs bi serokatiya şivanê dêrê Hesen Ehmed
Şanda Kompaniya Bomîllo bi serokatiya Cîgir Seydo.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

