Serok Bafil û Nûrî Malikî:Dabînkirina jiyaneke xweş û aram ji bo welatiyan
Kurdistan 10:40 PM - 2023-02-13
Ofîsa Rojnamevanî Serokê YNKê
Serok Bafil û Nûrî Malikî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya.
Di civînê de ku Xalid Şivanî endamê mekteba siyasî amade bû, rewşa giştî ya welat û tedbîrên vê dawiyê yên hikûmetê ji bo başkirina jiyana xelkê û bihêzkirina jêrxana aborî ya welat hatin gotûbêjkirin.
Tekez li ser cîbicîkirin û piştgiriya bernameya hikûmetê ji bo dabînkirina jiyaneke xweş û aram ji welatiyan re bê cudahî hate kirin.
Her wiha di hevdîtinê de her du alî behsa pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û berdewamiya gotûbêjan ji bo gihiştina çareseriyeke berfireh û bidawîkirina pirsgirêkan kirin û her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya guftûgo û piştgiriya hemû hêz û aliyan ji bo gihêştina encamekî erenî û qonaxeke siyasî ya nû da ku her kes bi hev re kar bike da ku welat ber bi aramî û bextewariyê ve bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

