Xebatên Yekîtiya Niştimanî ji bo bihêzkirina aramiyê berdewam in
Kurdistan 01:56 PM - 2023-02-13
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî li ser parastina ewlekariyê dixebitin
Hewldanên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û serokê wê Bafil Celal Talebanî berdewam in ji bo bihêzkirina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Êraqê û di wê baweriyê de ye ku bihêzkirina hemahengî û hevkariya ewlehî, îstixbaratî û serbazî û hevkariya di navbera Herêm û Bexdayê de çareseriya serkeftî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlekariyê.
Yekkirina hewlan bo dûrxistina metirsiyêDuh Yekşemê Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Debaşan pêşwaziya Hemîd El-Şatrî Berpirsê Asayişa Niştimanî ya Êraqê kir.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Şalaw Kosret Resûl û Celal Şêx Nacî Serokê Dezgeha Parastin û Agahiyan û hejmarek ji berpirsên saziyên ewlekarî her du aliyan rewşa ewlekarî û hemahengiya leşkerî û istixbaratî di navbera hêzên ewlekarî û saziyên li Herêma Kurdistanê û Êraqê de gotûbêj kirin.
Tekez li ser pêşxistin û bihêztir kirina peywendiyên leşkerî, îstixbaratî û ewlekarî hate kirin ku weke faktereke sereke bo parastina aramiyê û nehiştina her cure metirsiyek li ser jiyan û ewlahiya welatiyan hate kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi giringiya operasyonên leşkerî û istixbaratî yên hevbeş di navbera saziyên Herêma Kurdistanê û Êraqê de kir û got: Hevahengî û hevkariyên ku di heyama borî de pêk hatin encamên erênî û kêfxweşî bi xwe re anî, ji ber wê jî divê em li ser hewlên xwe berdewam bin bi heman ruhî ji bo dûrxistina metirsiyê.
Avakirina lîwayên hevbeş gaveke din a Serok Bafil eDi vê derbarê de Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Herêm Kemal Axa di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Hewldanên Serok Bafil li ser pêkanîna ewlehî û aramiyê li Êraqê û Herêma Kurdistanê bi hemahengî û hevkariya hêzên ewlehiyê yên Êraqê.
Û serokê fireksiyonê di wê baweriyê de ye ku bawerkirin bi lîwayên hevbeş ên hêzên Pêşmerge û artêşa Êraqê gaveke din e ji aliyê serokê Yekîtiya Niştimanî ve ber bi dabînkirina ewlehî û aramiya zêdetir ji bo navçeyên nakokbar û ew jî dibe sedema aktîvkirina hewlên şerê li dijî paşmahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê, herwiha got, "Lîwayên hevbeş dê piştî pesendkirina projeyasaya bûdceya Iraqê dest bi karên xwe bikin.
Bihêzkirina hevahengiya di navbera hêzên dije-terorê li Êraq û SilêmaniyêGirîngîpêdana serok Bafil ji bihêzkirina hevrêziya ewlekarî, istixbaratî û leşkerî di navbera Herêm û Bexdayê de ji baldariya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û aramiya navçeyê tê.
Endamê Lijneya Navxweyî, Asayîş û Encûmenên Herêmî li Parlamentoya Kurdistanê Ebdul Nasir Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: Serokê Yekîtiya Niştimanî baldare li ser ewlehî û jiyana welatiyan li Êraq û navçeyê bi taybet li navçeyên nakok, lewra ew kar dike bo bihêzkirina peywendiyên ewlehiyê di navbera herêm û Êraqê de, û şirove kir ku "hevahengiya di navbera dezgeha dijî terorê li Êraq û Silêmaniyê cihê dilxweşiyê ye.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de li gel wezîrên navxwe û berevaniya Êraqê civiya û di civînê de tekez li ser berdewamiya hemahengiya ewlekarî û îstixbaratî ya di navbera her du aliyan de ji bo parastina ewlekarî û ewlekariya deverê hate kirin ji bo parastina ewlekariyê li deverê û girtina terorîstên revyay.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

