Serok Parleman: Di warê dadwerî û rêveberiyê de pirsgirêkên me hene
YNK 01:12 PM - 2023-02-12
PUKMEDIA
Seroka Parlemanê Rêwaz Fayq
Rêxistina Geşepêdana Sivîl (CDO) bi amadebûna Seroka Parlamentoya Kurdistanê, nûnerên Qubad Talebanî, mamostayên zanîngehan, rêveberên kanalan û hejmareke zêde ya rojnamevanan konferansek derbarê azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê lidar xist.
Rêwaz Fayeq seroka parlamentoya Kurdistanê di wê konferansê de got: Mixabin di rewşa niha de pirsa azadiya mafan bûye mijareke duyem, lewma pêwîste hin yasa bên sererastkirin.
Di warê dadwerî û pêkanîna wê de pirsgirêkên me hene. Di warê valahiya siyasî de pirsgirêka me nîne, lê di warê pêkanîna wê de pirsgirêka me heye.
Amaje bi wê yekê jî kir ku bi berdewamî redkirina raporên navneteweyî wê rewşê çareser neke.
Rêwaz Fayeq her wiha got: pabendbûna Parlamentoya Kurdistanê bi Plana Mafê Mirovan a Herêmê radigihînim û divê hikûmet jî xwe bi plana Herêma Kurdistanê ve girêdayî be.
Di vê navberê de D.Ebûbekir di konferansê de got: Divê em cudahiyan qebûl bikin û azadiya derbirînê ne tenê ji bo yek çînekê be.
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Zerermendên sereke yên vê rewşê welatî ne. Divê em li ser nakokiyan derbas bibin.
Rêveberê Rêxistina Geşepêdana Sivîl Bextiyar Ehmed jî got: Yasaya me ya rojnamevaniyê heye, lê yasaya cezayê lî hremberê tê cîbicîkirin.
Mafên mirovan û azadiya derbirînê nayê parçekirin.
Piştre jî panêlek bi navê (Ber Pêşerojeke Baştir ji bo Azadiya Derbirînê li Herêma Kurdistanê) bi beşdariya (Tariq Cewher, Semîr Hewramî, Hekim Kamran, Dana Esaad, Dr. Bavê Cemîl, Kerwan Enwer û Şiwan Mihemed) hat pêşkêşkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

