Damezrandina hêzên neqanûnî... pêngavek li dijî daxwaza yekrêziya Pêşmerge ye
Kurdistan 12:51 PM - 2023-02-10
PUKMEDIA
Damezrandina hêzên neqanûnî
Avakirina hêzên taybet ji aliya hinek kesan li Herêma Kurdistanê gaveke şaş e û bandoreke neyînî li ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dike.
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz ji Herêma Kurdistanê dike ku hêzên Pêşmerge yekrêzî û rêkxistin bike daku hêz yekgirtî bin, berovajî vê yekê partiyeke siyasî ji bo hinek kes û aliyên siyasî hêz û alayên taybet ava dike.
operasyona neqanûnî
Cîgirê Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Osman Kerîm Siware di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ragihand: Damezrandina hêz li vir û wir ji bo hinek kes û partiyan proseyeke neqanûnî ye û dikeve çarçoveya derketina mîlîşên çekdar.
Got jî: Partîya Demokrat bi rêya damezrandina wan hêzan daxwazên hêzên hevpeymaniya navdewletî paşguh dike ku daxwaza yekxistina hêzên pêşmerge û veguhertina hêzên nîzamî bo rûbirûbûna metirsîyan dikin, û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê jî piştevaniya wê daxwazê dike.
Ne di berjewendiya welatiyan de ye
Parlamenter Osman Kerîm Siwara dibêje: Li gor yasayê divê hemû hêzên çekdar di bin serpereştiya Wezareta Pêşmerge de bin, lê mixabin tiştê ku niha em dibînin ew e ku hinek alî ji bo hinek kes û aliyên siyasî hêzên neqanûnî ava dikin.
Got jî: ew kiryara ne di berjewendiya hemwelatiyan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de ne û li ser asta navdewletî jî ziyanê digihîne navûdengê Herêma Kurdistanê.
Em hewl didin hêzên Pêşmerge bibin yek
Berpirsê Ragihandin û Hişmendî yê Hêzên 70 lîwa Ehmed Letîf ji PUKMEDIA re ragihand: Em di hêza 70 de demeke dirêj e kar dikin ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge û veguhertina wan hêzên asayî yên ku di bin fermana Wezareta Pêşmerge de kar dikin.
Got jî: hêzên me amadene ku bikevin nav pêkhateyên wezareta pêşmerge û serok Bafil Celal Talebanî herdem tekezî li ser yekrêzîya hêzên pêşmerge û bilezkirina proseya çekdanîn û rêkxistina hêzên pêşmerge dike.
Ji bo kesên ji edaletê reviyane hêz tên avakirin
Serleşker Ehmed Letîf dibêje: Em niha dibînin ku li vir û wir hêzên neyasayî û neqanûnî tên avakirin û ev kiryara ne di çarçoveya yasayê de ye, hinek kes hene ku divê di zindanan de bin, lê mixabin em dibînin. ku grup û hêzên taybet ji bo wan tên avakirin.
Got jî: ev kiryara han binpêkirina eşkere ya yasayan e û metirsîyê li ewlekarî û seqamgîrîyê dike, em wan kiryaran red dikin û me rêgirî li hebûna hêzên taybet ên derveyî çarçova yasayê kir.
Em piştgiriya hêzên yekgirtî yên nîzamî dikin
Rêveberê Nivîsîngeha Serokê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê Amanc Cemal ji PUKMEDIA re ragihand: Em piştevaniya daxwazên hevpeymaniya navdewletî ya derbarê rêxistina Hêzên Pêşmerge dikin.
Got jî: her hêzek ku bê avakirin, divê di bin fermana wezareta pêşmerge de be û em piştevanîya wê yekê jî dikin, her hêzek ku nekeve bin kontrola û fermandeyê wezareta pêşmerge, hêzên neqanûnî ne û em piştevanîya wan nakin. Me di Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê de daxwaz kir ku hêzên me di çarçoveya Wezareta Pêşmerge û Lîwayên Hevbeş de cih bigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

