Talebanî: Madeya 140 ne mijara nakokiya siyasî ye
Kurdistan 06:01 PM - 2023-02-09
Ofîsa rojnamevaniyê Qubad Talebanî
Talebanî: Madeya 140 ne mijara nakokiya siyasî ye
Qubad Talebanî li gel lijneya cîbicîkirina madeya 140 a destûrê li Kerkûkê civiya û behsa çawaniya vejandina wê komîteyê û çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya karê wan kir.
Civîna îro 9-2-2023 li bajarê Kerkûkê hat lidarxistin û serokê desteya giştî ya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê amade bû, pirsgirêkên cotyaran li Kerkûkê û girêbestên çandiniyê û çawaniya karkirina li ser cîbicîkirina madeyê gotûbêj kirin.
Qubad Talebanî bi baldarî guhdariya daxwaz û mijarên girêdayî vê pirsê kir û piştgiriya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêbestên çandiniyê diyar kir û nêrîna xwe li ser vê mijarê ji komîtê re ragihand.
Her wiha got:’’Em kar dikin ji bo jinûve aktîvkirina Komîteya Bilind a maddeya 140 li Bexdayê û fînansekirina pêkanîna wê ji bo pêkanîna karê wan’’.
Talebanî tekez kir ku maddeya 140 pirseke destûrî ye û li ser vegerandina mafên qurbaniyan û kesên ku ji siyaseta rejîma berê zerar dîtine, lewma nabe ku ew bibe mijara nakokiyên siyasî.
Di civînê de, komîteyê daxwaza piştgiriya her du hikûmetên federal û herêmê ji bo cîbicîkirina karên wan kir, ji aliyê xwe ve, Qubad Talebanî jî piştgiriya xwe nîşan da.
Qubad Talebanî: Ji bo berdewamiya perwerdeya kurdî li Kerkûkê çi ji destê me bê emê bikinJi aliyekê din ve, Berpirsê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal, Qubad Talebanî, li gel Komîteya Xwendina Bilind a Kerkûkê civiya û di civînê de rewşa perwerdê li Kerkûkê û pirsgirêkên li pêşiya perwerdeya kurdî li wî bajarî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de pirsgirêkên li ser perwerdeya kurdî li Kerkûkê hatin gotûbêjkirin û Qubad Talebanî wiha got: “Emê li gel Wezareta Perwerdeya Êraqê gotûbêjan bikin ku mîlyakatê perwerdehiya kurdî li hemû deverên cudaxwaz bên birêxistinkirin.
Her wiha piştgiriya xwe ji bo mamostayên kurd nîşan da û got: Ew dê bi hemû hêza xwe ji bo berdewamî û pêşxistina xwendina kurdî li Kerkûkê bikin.
Qubad Talebanî: Mamostayên olî li Kerkûkê roleke girîng lîstineHevdem, Qubad Talebanî li gel mamostayên olî yên wî bajarî civiya û got: Kerkûk ku bajarekî pir komal e, pêwîste ruhê pêkvejiyana aştiyane bihêz bike.
Got jî: Çawa ku we di hemû qonaxan de we roleke girîng di parastina aştî û aramîya civakê de hebûye, di vê qonaxê de jî divê li Kerkûk roleke bingehîn di bihêzkirina ruhê pêkvejiyan û biratî di navbera pêkhateyên bajêr de bilîzin.
Di bersivê de mamostayên olî yên Kerkûkê behsa pirsgirêkên xwe kirin û Qubad Talebanî jî soz da ku ji bo xizmetkirina wan çi ji destê wan bê dê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

