Serok Bafil: Yekîtiya Niştimanî li ser axa Kurdistanê tawîz nedaye û nake
Kurdistan 12:56 PM - 2023-02-09
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî li ser axa Kurdistanê tawîz nedaye û nake
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya 19 salvegera murefeaya dîrokî ya Serok Mam Celal li pêşberî Encûmena Serkirdetiya li ser nasnameya bajarê Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.
Teksta daxuyaniyê wiha ye:
Îro 19 sal bi ser murefeaya dîrokî ya Serok Mam Celal re derbas dibe ku Kurdistanîbûna Kerkûk û navçeyên debrênrewekan bi belgeyên dîrokî û yasayî îsbat bike.
Têkoşîn û hewlên Serok Mam Celal di dirêjahiya dîrokê de ji bo xatirê Kerkûkê û parastina nasnameya wê, vê rastiyê îsbat dike ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ti carî tawîz nedaye û Nêrîna me ya domdar û bi cîhbûyî ya Kurdistanîbûna Kerkûkê zelal e, lê me hemahengî û pêkvejiyana di navbera netewe û çandên cuda yên bajêr de ji bîr nekiriye û me ew parast.
Em li ser şopa Serok Mam Celal dimeşin û ji tecrubeyên wî yên dewlemend sûd werdigirin, ji ber vê yekê me di heyama dawîn de ji mala wî ku hemû dengên cuda kom kiribûn, ji bo piştrastkirina aktîvkirina maddeya 140 a Destûra Bingehîn kar kir di bernameya karê hikûmeta nû, û emê hemû hewlên xwe bo cîbicîkirina wê bidin.
Em silav û rêz li qehremantî û berxwedana gelê Kerkûkê yê birûmet dikin û ji wan re dibêjin: Bajarê we Qudsê Kurdistanê bû û dê wisa jî bimîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

