Serokkomar ji Serokê Sûriyê re: Hemû şiyanên me di xizmeta qurbaniyan de ne

Îraq 10:09 AM - 2023-02-09
Serokkomar û Serokê Sûriyê PUKMEDIA

Serokkomar û Serokê Sûriyê

Erdhej Serokkomarê Êraqê

Birêz Serokkomarê Êraqê Dr.Ebdulletîf Cemal Reşîd êvara çarşemê 08.02.2023ê bi telefonê li gel Serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed peywendiyek pêkanî.

Serokkomar sersaxî ji Serok Esed û gelê Sûriyê û malbatên qurbaniyên erdheja diltezîn re xwest.
Rêzdar Reşîd helwesta gelê Êraq û hikûmeta wî welatî bi hevxemiya tam bi gelê Sûrî-Tirk re nû kir û tekez kir ku hemû şiyanên berdest di xizmeta malbatên qurbaniyan de ne.
Ji aliyê xwe ve Serok Beşar Esed li ser navê xwe û li ser navê gelê Sûriyê spasî û pêzanînên xwe ji bo Serok Ebdulletîf Cemal Reşîd û hikûmet û gelê Êraqê ji bo helwesta Êraqê nîşan da.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike