Karesateke mirovî li Jindirêsê rû daye
Kurdistan 02:28 PM - 2023-02-07
Rêxisitna Hawar
Karesateke mirovî li Cindirêsê rû daye
Li ber erdhejê karesateke mirovî ya mezin li navçeyên Efrînê rû daye û gel bang li aliyên navdewletî û rêxistinên mirovî dike ku bi hawara xelkê wan navçeyan ve werin,kareseteke mirovî li bakurê Rojavayê Sûriyê rû daye, ji ber erdhejê zêdetir ji 210 xanî û avahiyan bi temamî li bajarokê Jindirêsê bi ser malbatên wan de rûxane, her wiha zêdetir ji 500 xaniyan jî beşek ji wan hilweşayaye.
Heta niha bi sedan kesî li navçeyên cuda ên Efrîn û tayîbet li Jindirêsê ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane û gelek kesên din jî birîndar bûne. Tê pêşbînîkirin ev hejmar zêdetir jî bibin, ji ber wê jî xebatên lêgerînê berdewam in.
Rêxistinên civakên sîvîl û gel bang li aliyên pêwendîdar û rêxistinên navdewletî jî kir ku alîkariya wan bikin û bi hawara xelkê û mexdûrên erdhejê ve werin, ji ber ku karesateke mirovî ya mezin rû daye û karînên wan ên ji bo rizgarkirina xelkê jî kêm in, li gel wê jî sotemenî nîne û rewşa keşûhewayê jî gelekî sar e, divê ev rewş were çareserkirin.
Navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê hest bi erdhejên din hate kirin, tevî ku hêza wan kêm bû jî lê metirsiya wê li ser xanî û avahiyên ku derz lê ketine heye û egera heye ew jî bi temamî hilweşin.
Erdhejekê bi hêza 7.7 pileyê Rîxterê Bakurê Kurdistanê hejand. Navendê Erdhejê li navçeya Bazarcixa Mereşê ye lê li gelek bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bandora wê hebûye.
Li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê di encama erdheja de sedan kesan canê xwe ji dest dane.Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane şêniyên bajarokê Jindirêsê yê başûrê Efrînê ne.
Li bajarokê Jindirêsê jî, hejmareke mezin ji avahiyan bi temamî herifîne û heta niha bi dehan kes di jêr kavilan de mane û hejmarek kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiya Sûriyê jî ragihandiye, di encama erdhejê de heta niha 237 kesan canên xwe ji dest dane û 639 kesên din jî birîndar bûne.
Li Sûriyê, li bajarên Heleb, Idlib, Tertûs, Laziqiye û Hemayê erdhej çê bûye.
Ji ber kêmbûna karînên tîmên hawarhatinê û bijîşkî, hejmara qurbaniyên erdhejê li Efrîn û hemû herêmên Sûriyê zêde dibe.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 1417an, ji wan 672 li deverên rêjîmê ne û 745 jî li deverên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, her wiha û ji 2 hezar kesan jî birîndar bûne.
Duhî li navçeya Pazarcix a Gurgumê (Mereş) 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhej li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hest pê hate kirin û hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.
Li gorî zanyariyên ji Efrînê ketine li Efrîn, gund û navçeyên wê hejmarek mezin ji xanî û avahiyan hilweşiyan, bi taybet li bajarokê Cindirêsê avahî û xanî hilweşiyane û heta niha heta niha bi sedan kes di bin kavilan asê mane.
Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû herêm hejand û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23




.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

