Efrîn, Jindirêsê: Zêdetirî 80 avahî hatine rûxandin

Kurdistan 11:46 AM - 2023-02-07
Jindirêsê tev kavil bû Rêxistna Hawar

Jindirêsê tev kavil bû

Kareseta Jindirêsê

Ji sedî 80 bajarê Jindirêsê ya ser bi herêma Efrînê hatiye rûxandin û heyta niha ti alîkarî an jî hawarhatin ji bo derxistina xelkên li jêr avahiyan tine ye.
Jêdereke agahdar ji gundên Şêrawayê ya Efrînê ji PUKMEDIA`yê re ragihand: Ev du rojin li Efrînê keraseteke mirovî ji ber erdhejînê pêkhatiye û hezar carî mixabin ti kes nehatiye bi hawara me.
Wê jêderê aşkire kir ku li Jindirêsê kareseteke mirovî gelek dijwar pêkhatiye ku zêdetir ji 8 avahiyên nîştecih ên ku kurdên resen ên Efrînê têpdebûn hatin rûxandin û heya niha ne Tirkiye û ne komên çekdar ên opozisyona Sûrî û ne Rûsiya û ne Sûriye û ne UNê hevkarî û alîkariya me nekirine û ew xelkê kurde tev li jêr bîna û avahiyan de ne û kareset gelek mezin e.

Di heman barê de, rêvebira Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Zêwa Mihemed ji PUKMEDIA`yê re ragiahnd: Mixabin ku ev du rojin li Bakur û Rojavayê Kurdistanê buyereke erdehjînê pêkhatiye û bi hezaran mirovên me bûne qurbanî.
Zêwa Mihemed aşkire kir ku kareseta herî zehmet û dijwar û dil bi êş bû li bajarê Jindirêsê ya ser bi Efrînê bû, lê mixabin bêdengiyeke ragihandina Kurdî û erebî û navnetewî heye ku behsa wê bajarê ku ji sedî 80 tex bû ye nakin û nakin.

Li gorî jêderên agahdar ku li sertanserê Sûriye 790 kesan jiyan ji dest dane û bi qasî 2200 kes birîndar bûne, lê wek tê gotin li Jindirêsê hîn ti jimariya fermî nehatiye ragiahndin ji ber ku heya niha nîvî wan xelkê li jêr bîna û avahiyên rûxandî de ne û ti alîkarî ji wan re nehatiye kirin.
PUKMEDIA
 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket