Dezgeha Kurdsat dest bi kempîna hevkariya kurdên Bakur û Rojavayê kir
Kurdistan 11:30 AM - 2023-02-07
DGK
Dezgeha Kurdsat hevkariyê kom dike
Dezgeha Kurdsatê alîkarî kom dike û rêxistina Hawarê ya Civaka Sivîl jî spas dike û dibêje mixabin ev alîkarî naghîne bajarê kurdî yê herî ziyan lêketiye ku Jindirêsê ye.
Îro roja sêşemê 7-2-2023`an, Dezgeha medya ya Kurdistanê dest komkirina alîkarî û hevkariyên mirovî kir û wê di demeke nêzîk de rewaneya Bakur û Rojavayê Kurdistanê bê kirin.
Di wê barê de, qayîmeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed di kongireyeke rojnamevaniyê de ragiahnd: "Hemû dem xelkê bajarê jiyanê ji bo alîkariya kurdên beşên din ên Kurdistanê her çi pê tê kirin dikin û herdem helwestê wan hebû ye".
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Awat Mihemed dazanîn: "îro jî li bajarê Silêmaniyê kempîna bihawarçûna kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest pê kir ku wê alîkarî û pêdewistiyên tê xwestin kom bikin û em wek qayîmeqametiya Silêmaniyê piştgiriya vê kempçnê dikin".
Her weha di vê barê de, endama desteya bilind a rêxistina Hawarê Roşîn Serêkanî ji PUKMEDIA`yê re ragiahnd: "Gelek spas ji bo hewlên Dezgeha Medya ya Kurdsatê ku ev kempîn dest pê kir û ev cihê rêz û pêzanînê ye, her weha xelkê Silêmaniyê herdem wiha kar kirine û piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê kirine û dikin, lê mixabin wek em nas dikin ku ev alîkarî wê neghêje kurdên me ên ku li bajarê Jindirêsê ya Efrînê ku bi sedan heya niha di bin bîna û avahiyan de mane û ti kes û alî û hikûmet alîkariya wan nakin û nekirine".
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

