Ji Îbrahîm Xelîl zêdetirî 25 milyar dolar bi qaçaxî tê derxistin
Kurdistan 06:41 PM - 2023-02-06
PUKMEDIA
Ji Îbrahîm Xelîl zêdetirî 25 milyar dolar bi qaçaxî tê derxistin
Di rojekê de 70 milyon dolarên Amerîkî bi rêya dergehê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, di mehekê de 2.1 milyar dolar û di salekê de 25.2 milyar dolar bi qaçaxî ji welat tên derxistin.
Parlamenterekî Êraqî got: "Demeke dirêje hinardekirina dolaran heye û xuya ye dolarên Êraqî ne."
Rojnamevanekî Brîtanî ragihand: “Hejmarek berpirsên partiyek diyarkirî rojane 70 milyon dolar bi qaçaxî derbasî derve dikin.
Li gorî Middle East Eye Brîtanî tenê ji deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl rojane 70 milyon dolar tê hinardekirin, ku mehane 2,1 milyar dolar û salê 25,2 milyar dolar e. Li ser sînorê Hewlêr û Duhokê hejmareke zêde deriyên fermî û nefermî hene.
Îbrahîm Xelîl deriyek sînorî ye di navbera Herêma Kurdistana Êraqê û Tirkiyê de, li navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê, li ser pira çemê ye Xapûr hatiye çêkirin .
Dibe ku dolarên Êraqî dibin derveEndama Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: ‘’Mijara birina dolar ji Herêma Kurdistanê û Êraqê bo welatên din ne mijareke nû ye û xwedî dîrokeke, lê niha bandora wê zêdetir diyar bûye.
Dr.Narmîn Ma'rûf got: "Dolarên ku ji derve tên şandin ne yên Herêma Kurdistanê ne, xuya ye ku ya Êraqê ye, ji ber wê jî erkê hêzên ewlehiyê ye ku rê li ber birina dolaran ji derve bigirin."
Li gor raporta rojnamevanî ya Brîtanî, “pêvajoya qaçaxkirina dolaran bi rêya bejayî ji Herêma Kurdistanê û dergeha Îbrahîm Xelîl, ji wir bo Tirkiyê û Dubey tê şandin.Hikûmeta Êraqê ji bo pêşîgirtina li vê yekê gelek xalên kontrolê danîne’’.
Middle East Eye di 4ê Sibatê de ragihand: "Grûpek siyasetmedar û berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Îbrahîm Xelîl dolar bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê dikin. Rojane 70 milyon dolar bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê dibe. Tirkiye ji bo her 10 hezar dolarî 5 dolar bac digire."
"Di demên dawî de qaçaxçîtiya dolar bi rêya bejayî di ser Herêma Kurdistanê re zêde bûye û ji wir jî dişînin Tirkiye û Dubey.Hikûmeta Êraqê çend xalên nû yên pişkinînê li ser rêya Bexda-Kurdistanê danîne û alavên sonar li wir bicih kirine."
Çend sale dolar têne derxistinPUKMEDIA bi rêya çend ofîsên diravî yên Hewlêr û Duhokê lêkolîn kir û dît ku “ev çend sal in qaçaxçîtiya dolaran berdewam e û ev demeke dirêje bi qaçaxî tê kirin û kesên mezin jî li pişt wê ne”.
Hinartina dolar bi rêya benderên Hewlêr û Duhokê ev çend sal in berdewam e û bi rêya karsaz û kesên xwedî bandor tê komkirin.
(SM) xwediyê ofîseke diravî li bazara dolar li Hewlêrê ye, ku ji ber ewlehiya wî û karê wî nexwest navên wî bên eşkerekirin, ji PUKmedia`yê re ragihand:"Rayedarên mezin hene ku bi riya brokerên taybet bazirganiya mezin dikin û tevahiya bazara dolaran bi vê yekê dizane," wî got.
Middle East Eye Brîtanî got: "Grûpek ji berpirs û siyasetmedarên navdar ên herêmî bi rêya bendera Îbrahîm Xelîl dolaran dişînin Tirkiyê û rayedarên Tirkiyê jî ji bo her 10 hezar dolarî 5 dolaran distînin."
Di heftiya derbasbûyî de, şandina pereyan bi nîvî zêde bûye, tevî zêdekirina xerciyên pereyan, ku li gor zanyariyan ji bo şandina (1) milyon dolarê Amerîkî nêzîkî (15) hezar dolar tê standin.
Qebareya dolarên ku ji Îbrahîm Xelîl hatine derxistin zêdetir e.
Di navbera Hewlêr û Duhokê de çend xalên din ên sînorî yên fermî û nefermî hene ku ji bo bazirganî û qaçaxçîtiyê tên bikaranîn.Ger rojane 70 milyon dolar tenê ji Îbrahîm Xelîl derkeve, divê çiqas ji yên din derkeve?
Aborînas Bahcet Ehmed ji PUKMEDIA re wiha got:’’Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji aliyê aliyekî ve hatiye dagîrkirin û ne Wezareta Darayî û ne jî hikûmeta Êraqê haya wan ji hinardekirin û hinartina bi rêya deriyê sînorî nîne.Ji vê hejmarê zêdetir ji xala sînor derdikeve.”
Herwiha got: "Di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de çend xalên sînorî yên nefermî hene, ku dolar bi rêya wan tê derxistin, rojane 25 hezar bermîl petrola xav derbasî Herêma Kurdistanê dibe û tê parzûnkirin û firotin."
Dolarên qaçax tên veguhestinHikûmeta Eraqê şandina dolaran bo çend welatan rawestandiye, lê bi qaçaxî rêjeyên mezin dolar ji Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyê kirine û ji wir jî derbasî welatên Erebî û Ewropayê bûne.
Endamekî sendîkaya pevguhertina pereyan li Duhokê ku ne xwest navê wî neyê eşkerekirin wiha got ji PUKMEDIA re: “Rojane bi awayekî eşkere dolar ji vî sînorî derbasî Tirkiyê dibe û ji wir jî derbasî Dubayê dibe.
Her wiha got: ‘’Hikûmeta Eraqê şandina dolaran bo çend welatan rawestandiye, lê niha bazirgan dolar bi qaçaxî ji Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyê dikin û piştre jî dişînin welatên Erebî û Ewropayê.
Li pişt qaçaxçîtiya dolar kî ye?Di vê raporta PUKMEDÎAyê de wek aborînas û bazirganên diravî hinardekirina dolaran amaje bi wê yekê kirine, ku ji demeke dirêj ve ev bazirganî heye, lê niha bandorên wê diyar bûne û tevî vê mezinahiyê dê ziyaneke aborî bigihîne Herêma Kurdistanê.
Ew qas mezin e ku bi kesê asayî nayê bazarkirin, ji ber vê yekê kesên berpirs li pişt qaçaxçîtiya dolaran in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

