Serokkomar tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dîrokî li gel Îranê dike

Îraq 01:52 PM - 2023-02-06
civîna serokkomar Ragihandina Serokkomar

civîna serokkomar

Êraq

Serokkomarê Êraq Ebdulatîf Cemal Reşîd îro Duşemê 6-2-2023`an li Koşka Bexdayê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Dr. Mehdî Safrî û Balyozê Îranê li Êraqê Mihemed Kazim Al Sadiq û şanda pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de, Serokkomar bi pêzanîn û şanaziya şanda mîhvan silavên Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wergirt û hêviya berdewamiya serkeftinê ji cenabê Serokomar û gelê Êraqê re ji bo berdewamiya bexteweriyê wergirt. Herweha serokkomsr jî silavên xwe spartin serok Mihemed Raîsî û hêviya pêşkeftinên zêdetir bo gelê Îranê xwest.
Li hevdîtinê de Serok Komarê kûrahiya peywendiyên dîrokî yên di navbera Êraq û Îranê de bilind nirxand û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste peywendiyên di warên curbicur de û ji bo berjewendiya her du welatên dost berfire bibin.
Serokomar Ebdulletîf Cemal Reşîd her wiha bal kişande ser bilindkirina asta hevkariyê û pesna rol û rawestana Îranê li kêleka Êraqiyan li serdema dîktatoriyê û encamên wê li şerê dijî rêxistinên terorîstî yên DAIŞê da.
Ji aliyê xwe ve Dr. Mehdî Saferî bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên bilind ên her du welat û gelên cîran bike, ev yek jî nîşan dide ku komîteya aborî ya hevbeş a di navbera Iraq û Îranê de dê di van rojan de civînên xwe lidar bixin û dê hemû mijarên berjewendiya hevbeş bêne gotûbêjkirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket