YNKê û şandeke leşkerî Amerîkî tekez li ser çaksaziya wezareta pêşmerge kirin
Kurdistan 06:52 PM - 2023-02-05
PUKMEDIA
YNKê û şandeke Amerîkayê lihev civiyan
YNKê û şandeke leşkerî Amerîkî tekez li ser çaksaziya wezareta pêşmerge kirin.
Îro roja yekşemê 5-2-2023`an, li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, bi amadebûna her yek ji Rifet Ebdula û Derbaz Kosret Resûl û Qubad Talebanî, bi şandeke leşkerî ê Amerîkayê û Konsilê Amerîkî yê li Herêma Kurdistanê re civiyan û derbarê rewşa heyî û proseya çaksaziya di wezareta pêşmerge de gutûbêj kirin.
Di wê hevdîtina du qolî de, girîngiya hemehengî û hevparî di navbera hevdu de ji bo pêkanîna rêkeftina ku di navbera wezareta pêşmerge û wezareta berevaniya Amerîkayê di warê kirdarî de be.
Civînê tekez li ser erkên Amerîkayê û hevpeymana navnetewî kir ku di pêşkêşkirina alîkarî û hevparî û piştgiriya proseya çaksaziyê de ku ji bo rêzên pêşmerge û ew hrêkeftina ku di navbera Amerîka û wezareta pêşmerge de pêkhariye û cibicihkirina wê ji bo rêkxistin û yekbûna hêzên pêşmerge gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve jî şanda YNKê amadebûna xwe ji bo hevrêzî û hemkehengiya bi wê armancê re ji bo rêxweşkirin û gihîştin bi wê pêngava çaksaziyê di nava pêşmerge de dupat kir.
Her weha di wê civînê de, serok erkanê hêzên 70 lîwa Omer Salih û emîndarê wezareta pêşmerge lîwa rukin Bextiyar Mihemed Sedîq jî amdebibûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

