Konsulxaneya Amerîka: Tîma parastina girtiyên Badînan rastî metirsiyên mezin hatin
Kurdistan 10:47 AM - 2023-02-05
Ajansan
Beşdar Hesen serokê tîma parastina girtiyên Badînan
Konsulxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Hewlêrê peyameke pîrozbayî arasteyî tîma parastina girtiyên Badînan kir û tekez kir ku endamên tîmê bi awayekî serkeftî erkên xwe bi cih anîn.
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê di peyama pîrozbahiyê de ragihand: Tîma parastina girtiyên Badînan bi baştirîn şêwe erkên xwe ji bo parastina miwekilên xwe bi cih anîn û endamên tîmê jî hewla bihêzkirina serweriya qanûnê dan.
Konsulxaneyê di nameya xwe de zêde kir: Endamên tîma parastina girtiyên Badînan rastî metirsiyên mezin hatin, ji wan tirsandin, dijminatî û gefên kuştinê ji aliyê kesên nenas ve.
Konsulxaneyê got: Armanca me li Êraq û Herêma Kurdistanê ew e ku em alîkariya hevkarên me yên Êraqî bikin ku mafên mirovan biparêzin, di nav de dadkirina dadmendiyê. Herweha pîrozbahî li Beşdar Hesen, Rêvînk Yasîn, Remezan Artîşî, Kamran Taha, Şoreş Kerîm, Rêbaz Wisû, Karzan Reşîd û Ferîdûn Fadil endamên tîma parastina girtiyên Badînan kir.
Hêjayî gotinê ye ku, Beşdar Hesen, serokê tîma parastina girtiyên Badînan û Şîladizî, xelata parêzvanên mafên mirovan li seranserê cîhanê, di nav de 10 kesayetiyên din ji welatên cuda, li avahiya Wezareta Derve ya Amerîkayê wergirt.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

