Civîna Qubad Talebanî bi şandeke serbazî Amerîkayê re
Kurdistan 09:43 AM - 2023-01-30
Rûpela Fêsbok yê Qubad Talebanî
Qubad Talebanî ligel şanda serbazî yê Amerîkî
Cêgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi konsilên Amerîka û yê Brîtanyayê re civiya û behsa çaksazî û pêşhatên dawiyê ên siyasî û peywendiyên Herêma Kurdistanê.
Qubad Talebanî ragihand; Amerîka roleke li ber çav di prose û pêngavên çaksaziya pêşmerge de hebû, nabe ti rewş bandorê li ser rêûrewên çaksaziyên wezareta pêşmerge de bê kirin
Di hevdîtinê de Talebanî hewlên Amerîkayê yên di pêngavên çaksaziyê de li hêzên Pêşmerge û pêkhateya wezaretê nirxand.
Got jî: Pêwîstiya me bi şêwirê heye, daku em bibin xwedanê hêzeka rêkxistîtir û baştir perwerdekirî, me tekez kir nabe ti rewş bandorê li ser proseya çaksazîyê li Wezareta Pêşmerge bike.
Di hevdîtinê de her du alî pêşhatên dawî yên siyasî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal de hatin gotûbêjkirin û Qubad Talebanî tekez li ser pêwîstiya gihiştina rêkeftinekê kir ku garantiya çareseriyeke radîkal ji bo pirsgirêkan ji bo îsbatkirina maf û destkeftiyên darayî yê Herêmê bi awayekî qanûnî bike.
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî rola Brîtanya di hemahengiya ligel Herêma Kurdistanê di dosyaya çaksaziyê de bilind nirxand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

