Bi daxwaza parlementerên YNKê ji bo geştyaran dolar bi nirxê fermî dibe
Kurdistan 04:43 PM - 2023-01-29
Firokexaneya Silêmanî ya Navnetewî
YNKê dolaran bi nirxên fermî dide bi geştyaran
Li ser daxwaza parlementerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê dolar bi nirxê fermî ji bo geştyaran dibe
Li ser daxwazên parlementerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê di encûmena nûneran ê Êraqê, nirxê dolaran ji bo geştyarên firokexaneya Silêmaniyê ya navnetewî bi nirxeke fermî tê dayîn.
Piştî daxwaza du parlementerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê di encûmena nûneran ê Êraqê de, banka navendî ya Êraqê biryar da ku wê dolaran bi nirxê fermî bidin bi geştyarên firokeya Silêmaniyê ya Navnetewî û ya Hewlêrê.
Di wê barê de, endama fireksyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê di encûmena nûneran a Êraqê de Dr. Nermîn Meruf daxyanî da bi malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê PUKMEDIA`yê û ragihand: "Li ser daxwaza me banka navendî ya Êraqê biryar da ku roja duşemê 30-1-2023`an dolaran bi nirxê fermî bidin bi geştyarên firokexaneya Silêmanî ya Navnetewî û ya Hewlêrê ya Navnetewî".
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, wiha got:" Banka navendî ya Êraqê biryar da ku her geştyarek birî 5 hezar dolar bi nirxê fermî bide bi geştyaran, ev jî ji bo bilindbûna nirxê dolar ku di bazar de nelihevî heye tasko bandorê li ser geştyaran neke".
Her weha di hemen mijarê de, endamê fireksyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK)ê di encumena nûneran ê Êraqê de Dr. Biryar Reşîd jî wiha ji PUKMEDIA`yê re ragihand: Emê hewlên xwe ji bo armanca diyarkirî berdewam bikin ku diravên dijwar (Dolar) were peydakirin û bi nirxê xwe ya fermî ji bo bazirgan û kompaniyên xwerak û dermên tako hevsengiya bazarê bête parastin û pêdewîstiyên welatiyan ên xweak û dermên were peydakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

